Serok Bafil Celal Talebanî: Tenê bi riya diyalog û lihevtêgîştinê kêşe çareser dibin

Kurdistan 01:41 PM - 2023-05-23
Serok Bafil Celal Talebanî û konsilê Firansa li Herêma Kurdistanê Mekteba ragihandina serokê YNKê

Serok Bafil Celal Talebanî û konsilê Firansa li Herêma Kurdistanê

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil Celal Talebanî ji bo şanda Firansî wiha got: Tenê bi riya diyalog û lihevtêghîştinan kêşe û alozî çareser dibin.

Îro roja sêşemê 23-5-2023`an li bajarê Silêmaniyê di navçeya Debaşanê, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî pêşwazî li şandeke Firansayê bi serokatiya konsilgerê giştî ê Firansayê li Herêma Kurdistanê Olîvî Dîkuntînî kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî di Herêma Kurdistanê de û dusyaya hilbijartinan de gotûbêj kirin û di wê barê de, serok Bafil Celal Talebanî helwesta YNKê zelal kir û got: Li Herêma Kurdistanê ti rê ji bilî diyalogkirin û lihevtêghîştinan ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan tune ye.

Pêwîste hemû ecnîdeyên guncawtir bibînin tako kêşeyên nîştimanî bêne çareserkirin, em bawerî bi rêkeftin û hevpariyê dikin, ev jî pêngaveke nîştimanî ye ku wê me ber bi aramî û hêminiyê ve bibe.

Ji aliyekî din di wê hevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên dualî tekez kirin û ji bo berferehkirina hemehengî bi armanca pêkanîna berjewendiyên bilind û xizmetkirina berjewendiyên giştî jî tekez kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket