Sedî Pîre: YNKê amadeye ji bo hilbijartineke zelal û di dema xwe de be

Kurdistan 03:25 PM - 2023-05-22
Sedî Pîre: YNKê amadeye ji bo hilbijartineke zelal û di dema xwe de be PUKMEDIA

Sedî Pîre: YNKê amadeye ji bo hilbijartineke zelal û di dema xwe de be

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê YNK

Sedî Pîre ji bo şandeya UNAMI aşkire kir ku YNKê amadeye ji bo hilbijartineke zelal û di dema xwe de be.

Îro roja yekşemê 22-5-2022`an li bajarê Hewlêrê, endamê politburoya YNKê Sedî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke UNAMI kir ku pêkhatbibû ji her yek ji rêzdaran Rîkardo Rodrîxîz berpirsê mekteba UNAMI li Herêma Kurdistanê û Sîlvî Bilanşir rawêjkarê karûbarên hilbijartinan û Lînart Nîkolay rawêjkarê yasayaî di mekteba UNAMI de .

Di civînê de çêra pêşhat û guhertinên dawyê yên li ser qasa siyasî rewşa Êraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin û bi taybetî jî li ser guftûgoyên ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)î yên di derbarê mijara hilbijartinan û riyên çareserkirina kêşeyên mane de bi zelalî hat kirin.

Her weha di heman civînê de, heval Sedî Ehmed Pîre nerîna xwe ji civînê re dubare anî ser ziman ku YNK`ê piştgiriya pêkanîna helbijartinên dadwer û zelal di dema xwe de dike û ragihand: "Pêwîste kêşeya kursiyên pêkhateyan di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de bê kêmkirina hejmara kursiyan were çareserkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike