Rûniştina Parlemana Herêmê hat paşxistin
Kurdistan 01:27 PM - 2023-05-22
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Rêwaz
Fayiq Seroka Parlemana Kurdistanê biryar da ku li gorî xala 3 ya
madeya 18 a rêziknameya parlemana Kurdistanê civîna parlemanê were paşxistin.
Piştî
biryara Seroka Parlemanê, di navbera fireksiyonên Yekîtiya Niştimanî û
Partiya Demokrat de alozî û şer derket.
Seroka Parlemanê: Pêwîste li ser dozen Niştimanî yekdeng bin
Seroka Parlemana Kurdistanê di civîna Parlemana Kurdistanê de got: "Ji bo parastina yekrêziya rêzên niştimanî û hevdengiya hêzên siyasî, min biryar da ku desthilata xwe ya taybet bêyî sînor û şert û merc bikar bînim û rûniştinê ji bo demeke din û bernameyeke din a xebatê paş dixim.
Fireksiyona Yekîtî: Em tekeziyê li ser prensîba lihevkirinê dikin, ne yekdestdarî û taybetmendiyêPiştî bidawîhatina rûniştinê Ziyad Cebbar serokê fireksiyona Yekîtiya Nîştimanî li Parlemana Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Seroka Parlemana Kurdistanê li gorî xala 3 ya madeya 18, biryara qanûnî û yasayî ya rast ji bo paşxistina civîna Parlemana Kurdistanê derxist. Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi rêkeftin û têgihiştinên ku di navbera hêz û aliyên siyasî yên ku nûneratiya wan di guhertina yasaya hilbijartinan de kirine û li ser hemû mijarên girêdayî proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de çêbûne, kir.
Serokê Fraksiyona Goran: Guherîna yasaya hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê yek pakêc e Serokê Fraksiyona Gorran daxwaz kir ku kêşeya hilbijartinan bi diyalogê di navbera aliyan de were çareserkirin û aliyên beşdar di hikûmetê de jî li ser wê yekê razî bûne ku sererastkirina yasayê û aktîvkirina komîsyonê yek pakêc be, lê tiştê ku niha rû dide karkirina komisyonê bi bê guhartina yasa ye û paşîmanbûn li wê rêkeftinê ye. Seroka Fraksiyona Goran li Parlemana Kurdistanê Gulistan Seîd di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Pirsa hilbijartinan pirseke niştimanî ye û divê ji aliyê partiyan ve bigihe hev, aliyek ji bo berjewendiyên xwe û bêyî berçavgirtina berjewendiyên giştî nikare vê mijarê bixapîne. Pêştir li ser mijara hilbijartinan di navbera aliyên siyasî de bi taybetî di navbera aliyên ku hikûmetê pêk tînin de lihevkirinek hebû û me rêkeftinek îmze kirk u pêwîste yasaya hilbijartinê bê kirin û komîsyon ji nû ve bê aktîfkirin.
Di bernameya xebatê de paragrafa neqanûnî û yasayî
Duh Yekşemê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê bi daxuyaniyekê derbarê helwesta Partiya Demokrat de, xaleke neyasayî xiste nav rûniştina Parlemana Kurdistanê û tekez kir ku ev pêngava neyasayî binpêkirina xala (48) ya madeya (48) ya qanûnê ye, ji ber ku (24) demjimêran berî civînê ev xal nehatibû ragihandin û herwiha binpêkirina rêkeftina siyasî ya di navbera hêzên siyasî û baskên Parlemana Kurdistanê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

