Talebanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan têgihiştin heye
Kurdistan 01:23 PM - 2023-05-19
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî pêşwaziya Villa Variola kir
Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Villa Variola Balyoza Yekêtiya Ewropa li Êraqê kir û di civînê de pirsên jîngehparêzî û çaksaziyên li saziyên Herêma Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Di civîna ku li Hewlêrê hat lidarxistin de, cîgirê serokwezîr spasiya hevkarî û piştgiriya civaka navdewletî kir, bi taybetî Yekîtiya Ewropayê ji bo nêzîkkirina aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî eşkere kir ku têgeheştineke baş di navbera aliyên siyasî de heye bo çareser kirina pirsgirêkan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bike.
Di beşeke din ya civînê de behsa jîngeh û encamên metirsîdar ên guhertinên jîngehê hate kirin. Balyozê Yekêtiya Ewropa yê rola Qubad Talebanî di giringîdan bi pirsên jîngehparêziyê bilind nirxand û got;’’ Yekêtiya Ewropa amade ye hem ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo hikûmeta federal alîkariya çewaniya rûbirûbûna pirsgirêkên jîngehê bike.’’
Di vê çarçovê de çendîn pîlan hatin gotûbêj kirin ku li gel hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kar bikin bi bernameyeke hevbeş bo çareser kirina kirîzên jîngehparêziyê daku ev pirs bibe karekî sereke yê siyaseta Êraqê.
Mijareke din a civînê jî pêvajoya çaksaziyê di saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.
Cîgirê Serokwezîr spasiya alîkariya Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo şandina şêwirmend û pisporên aborî ji bo pêşdebirina proseya çaksaziyê alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Qubad Talebanî got :’’ku reform di van salên dawî de qonaxeke baş derbas kiriye û girîngtirîn pêngava ku hatiye cîbicîkirin ew e ku her karmendek xwediyê hejmareke şexsî ye ku ev hejmar bingehek e ji bo avakirina hikûmeta elektronîk û bingehê sereke ye ji bo avakirina hikumeteki ku xwedan sîstema bankî pêşketî be.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

