Refaat Ebdullah: Organên YNKê li derve pêş dixin
Kurdistan 04:01 PM - 2023-05-18
Tayîbetî
Refat Ebdullah serdana Buroya Navendên Derve ya YNKê kir
Roja 18.5.2023 biryardeyê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Refaat Ebdullah serdana Buroya Navendên Derve yên YNKê kir û ji aliyê berpirsa wê Pola Sîrwan Talebanî û endamên mektebê ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de Refaat Ebdullah piştgirî da gavên hevalên Buroya Navendên Derve ya ji bo xurtkirina refên rêxistinê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û yekitiya di navbera hevalên li derveyî welat di birêxistinkirina desteyan de ji bo zêdetir aktîfkirina wan.
Di vê derbarê de kar û çalakiyên ku di dema derbasbûyî de bi coş û dilsozî hatine encamdan, ku armanca wan pêşxistin û pêşdebirina YNKê ye, bilind nirxand û hêvî xwest ku weke hertim, rêhevalên Buroyê bi hemahengiyeke tevahî hevalan piştevaniya xwe ji bo hevalên wan ên li derveyî welat nîşan bidin ku zêdetir pêşde bibin û rêzên xwe bihêztir bikin, da ku dost û alîgirên wan li her cihê ku lê bin, dilxweş bikin, YNK keleha duh, niha û paşerojê ye û piştevaniya xwe bo hewlên wan dûpat kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

