14 Welat daxwaza hilbijartina parlamento li Kurdistanê dikin

Kurdistan 08:24 PM - 2023-05-16
Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Konsulxane û nûneratiyên 14   welatên Cihanê  ên li Herêma Kurdistanê peyamek pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kirin.
14 konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk bang li Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo hilbijartinan bêyî derengmayîn hemû gavên pêwîst bavêjin û tekezî li ser hilbijartinên azad û adil dikin.
Konsolosxaneyên Brîtanya, Amerîka, Almanya, Holanda, Kanada, Yekîtiya Ewropa, Fransa, Komara Çek, Yunanistan, Îtalya, Bulgaristan, Polonya û Romanya pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamento û gelê Kurdistanê dikin. Nirxên demokratîk û bixêrhatina ruhê nû yê hevkariyê di navbera partiyan de dikin û bang li wan dikin ku bêyî derengmayîneke din bi pêş ve biçin.
Konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk herwiha tekezî li ser pêwîstiya hilbijartinên azad û dadmend dikin û bang li aliyên siyasî dikin ku bi hev re kar bikin ji bo derbaskirina astengên mayî ji bo misogerkirina proseyeke hilbijartinê ku li gor pîvanên navdewletî be û mafên hemû welatiyan biparêze, di nav wan de kêmîneyên jin.
Di peyamê de hat gotin, "Em pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê dikin ji ber berdewamiya pabendbûna wan bi pirensîp û nirxên demokratîk û pêşwaziyê li ruhê nû yê hevkariyê di navbera aliyan de dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû gavên pêwîst bavêjin ji bo ku hilbijartin bê derengmayîneke din bê lidarxistin."
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket