Hakimekî kurd dibe serokê encûmena komîseran

Kurdistan 08:01 PM - 2023-05-16
Encûmena Komîseran Daxuyaniya Komîsyona Bilind

Encûmena Komîseran

Kurdistan Êraq

Kurdek wek Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê hat destnîşankirin.
Îro di civîna meclisa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê  kurdek  Dadwer Omer Ehmed Mihemed ji bo Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê hat hilbijartin û dadwer Feyaz Yasîn Hisên jî wek cîgirê serokê encûmenê hat destnîşankirin.
Dadwer Celîl Ednan Xelef dest ji posta serokê encûmenê berda bû û dadwer Omer Ehmed Mihemed ku cîgirê serok  bû, îro ji bo serokê  wê postê di hilbijartineke demokratîk de hat hilbijartin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê 9 endamên xwe hene ku 2 ji wan kurdên Herêma Kurdistanê ne û ji aliyê Encumena Bilind a Dadwerî ve hatine destnîşankirin û dikarin 4 salan bê dirêjkirin li ser kar bimînin.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket