Serok Bafil: YNK ji can û kerameta gel û kadroyên xwe tawîz nade
Kurdistan 07:51 PM - 2023-05-16
Ofîsa Serokê YNKê
Serok Bafel pêşwaziya Feysel Kerîm Xan Bradostî û Karwan Gaznayî kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Endamê Serkirdatiya Feysel Kerîm Xan Bradostî û Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Karwan Gaznayî kir.
Serok Bafil Celal Talebanî ragihand, di çend şevên borî de êrişa çekdarî li ser Karwan Gaznayî hatiye kirin û got:“Êrîş em dilgiran kirin û her kesê ku ev tawan kiribe divê bê dadgehkirin, YNK ji can û kerameta gel û kadroyên xwe yên dilsoz tawîzê nade û divê ev doz rêyên xwe yên yasayî bigre.
Li hember de jî Karwan Gaznayî spasiya xema Serok Bafil Celal Talebanî kir û got ku ew ji destpêka bûyerê ve pêwendiyê ligel kiriye û xema ewlehiya wan bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

