YNK û PDK’ê daxuyaniyeke hevpar dan
Kurdistan 02:23 PM - 2023-05-16
PUKMEDIA
Civîna hevbeş a mekteba siyasî ya YNK û PDKê
Îro Sêşemî 16ê Gulana îsal di dema diyarkirî ya Kurdistanê de, polîtburoya siyasî ya YNK û PDK daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Her du alî li ser bihêzkirina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bilezkirina pêngavên yasayî û siyasî yên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de li hev kirin.
Nivîsa daxuyaniyê.
Piştî destpêşxeriya birêz Mesûd Barzanî roja 11.05.2023ê di merasima vekirina bîrdariya netewî ya Barzanî de, îro 16.05.2023 Polîtboruyên YNK u PDK li Silêmaniyê civiyan.
Di destpêka hevdîtinê de her du alî destxweşî li destpêşxeriya Serok Barzanî kirin, ku di dema pêwîst de hat, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku li gel aliyên din pêngavên pratîkî ji bo şopandina vê destpêşxeriyê û rêkxistina karûbarên navxweyî yên Kurdistanê û vekirina qonaxeke nû di pêyîwendiyan de di hemû waran de biavêjin.
Her du mekteba siyasî pîrozbahiyê li Encûmena Wezîran dikin ji ber pesendkirina projeya çaksaziya darayî ku projeya hemû aliyên pêkanîna kabîneya nehemîn e û her du polîtburo bi tevahî piştgiriya wê dikin.
Di mijareke dinê hevdîtinê de her du alî li ser bihêzkirina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bilezkirina pêngavên yasayî û siyasî yên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de li hev kirin.
Her du alî jî dixwazin her kes di berdewamiya atmosfera biratiyê û bi hev re hevkariyê bike û valahiyên berê ji holê rabike.
Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û çendîn civînên din jî ji bo dabînkirina jîngeheke qanûnî û siyasî ya guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinan û çareser kirina pirsgirêkên li herêmê pêk bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

