Helepçe bi hewldana serokê YNKê kesk bibe
Kurdistan 08:49 PM - 2023-05-15
PUKMEDIA
Projeya Lihevhatina Silêmaniyê û Keskkirina Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî daxwaz çandina milyonek dar dabû ku li ser vê esasê kampanyaya niştimanî di çarçoveya pirojeya lihevhatina Silêmaniyê û keskkirina Kurdistanê despê kiriye û berdewam e.
Zêdekirina rûbera kesk û dabînkirina jîngeheke guncaw
Li parêzgeha Helebce jî roja duşemê dest bi çandina daran hate kirin. Husên Hema Kerîm nûnerê Ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî ragihand: “Ji bo xizmetkirina welatiyên parêzgeha Helebce û zêdekirina rûbera kesk û dabînkirina jîngeheke guncaw, îro li daristana Gulan a Rêveberiya Daristan û Çavkaniyên Helebce hate lidarxistin.’’
Her wiha got: "Ev kampanyaya li ser asta parêzgehê bi başî hat pêşwazîkirin û bi amadebûna berpirsên partî û hikûmetê, rêveberên beşên peywendîdar, mamostayên zanîngehê û jîngehparêz û daristanvanan tê lidarxistin."
Serok Bafil bi keskkirina Kurdistanê modelekî nû pêşxist
Di vê derbarê de Rêveberê Nivîsgeha Jîngehparêziya Helebce Serheng Ebdulrehman di dema beşdariya xwe di vê helmetê de destpêşxeriya Serok Bafil Celal Talebanî weke kesekî siyasî bo keskkirina Kurdistanê weke modeleke nû û cuda wesif kir ku li derveyî hikûmetê, xemeke netewî girtiye ser xwe û xizmeta jîngeh û daristanan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

