Washington pêşwaziyê li vegera tîma Yekîtiya Niştimanî bo civînên Encûmenê dike
Kurdistan 11:16 AM - 2023-05-15
PUKMEDIA
Logoya qunsilxaneya Amerîka li Hewlêr
Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê pêşwazî li vegera tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li Hikûmetê bo civînên Encûmena Wezîran yê Kurdistanê kir.
Qunsulxaneya
Amerîka li Hewlêrê di belavokê ku PUKMEDIA şopandibû de got: Piştî ku Partiya
Demokat û Yekîtiya Niştimanî gihîştin peymanekê derbarê mijarên girîng, em li
benda karê hevbeş û hevsengiyê ji nêz ve digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne
derbarê erkên hevbeş bo bihêzkirina vê pêşkeftiyê.
Civata
wezîrên Herêma Kurdistanê duh yekşemî 14.05.2023ê bi serpereştiya Mesrûr
Barzanî serokwezîr û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û tîma
Yekîtiya Nîştimanî ya hikûmeta herêmê civînek li dar xist.
Roja
08.05.2023ê di navbera serokwezîr û cîgirê wî de civînek hat lidarxistin û di
civînê de li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di
navbera aliyên wezîrên di kabîneya hikûmetê de hat destnîşankirin û tekezî li
ser parastina aramî û yekrêziya navxwe ya di nav kabîneya hikûmetê de hat
kirin. ji bo parastina berjewendiyên netewî û yekkirina mafên destûrî yên
hevwelatiyên herêmê Kurdistan.
Vegera tîma
hikûmetê ji bo civînên civata wezîran di asta herêmî û navdewletî de bi
kêfxweşî hat pêşwazîkirin û hêvî xwest ku ev yek bibe destpêka çareserkirina
pirsgirêkan û karê hevbeş ji bo xizmetkirina zêdetir bo hemwelatiyên
Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

