Tîma hikûmetê ya Yekîtiya Niştimanî di civîna Encumenê de beşdar dibe
Kurdistan 01:23 PM - 2023-05-14
PUKMEDIA
Tîma Yekîtî
Biryare îro Yekşemê bi beşdariya tîma hikûmetê ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî
lidar bixe.
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr
Hewramî ji PUKMEDIA re ragihand: Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dê îro
yekşemê civîna xwe ya asayî lidar bixe û tîma hikûmetê ya Yekîtiya Niştimanî bi
serokatiya Qubad Talebanî di civînê de beşdar bibe.
Duşema borî 08.05.2023, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr
Barzanî pêşwaziya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa pirsgirêk û astengiyên îdarî
û darayî yên li pêşiya hikûmeta herêmê kirin û her du alî li ser çareser kirina
hemû kêşeyan bi rêya diyalog û hevkarî kirina aliyên wezîrên di civata wezîran
de lihev kirin.
Her li vê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên rewşa siyasî
ya navçeyê hate kirin û tekez li ser parastina aramî û yekrêziya navxweyî ji bo
parastina berjewendiyên netewî û yekalîkirina mafên destûrî yên welatiyên Herêma
Kurdistanê hate kirin.
Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Ragihandin û Çapemeniyê ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna civata wezîran de dê gelek mijarên
girîng gotûbêj bikin, ji wan pêşhatên dawî yên proseya hinartina petrola Herêma
Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal
de, ji bilî birêkûpêkkirina pirsên darayî yên li herêmê.
Dezgeha Ragihandin û agahiyan amaje bi wê yekê jî kir, ku
civata wezîran dê raporta Wezareta Navxwe ya derbarê nirxandina niştimanî ya
hikûmeta federal a derbarê metirsiyên şûştina pereyan û perederkirin ji terorê re
jî gotûbêj bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

