PUKMEDIA hat xelatkirin

Kurdistan 03:09 PM - 2023-05-13
Qayîmeqamiyeta Silêmaniyê malpera PUKMEDIA`yê xelat kir PUKMEDIA

Qayîmeqamiyeta Silêmaniyê malpera PUKMEDIA`yê xelat kir

PUKMEDIA

Bi boneya 125 salvegera damezrandina rojnameya Kurdistan ku wate roja rojnamegeriya kurdî, her bi wê boneyê, Qayîmeqamiyeta Silêmaniyê malpera PUKMEDIA`yê xelat kir.

Îro roja şemiyê 13-5-2023`an li bajarê Silêmaniyê, di merasîma bexşîna xelata salana ya saziyên ragihandinê de, ku Cemal Sergetî nûnerê PUKMEDIA`yê amadebibû, xelata rêzgirtinê ji bo PUKMEDIA`yê hat pêşkêş kirin.

PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye ku di sala 2003`an de hatiye damezrandin û dikanî di heyama temenê xwe de bibe derwazeyeke ji bo belavkirina ew buyerên bi serhat û nûçeyên Herêma Kurdistanê û Êraqê û navçeyê ku rûdidin, her weha jêdereke nûçeyan û jêdereke rastgo û bi bê mikyaj û bê mebesta partîtî û siyasî ku buyerên rasteqîne ên navçeyê vegusîne bo cîhanê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike