Daxuyaniya li ser vegerandina Sûriyê bo Yekîtiya Dewletên Ereb
Kurdistan 08:25 PM - 2023-05-10
Ajans
Logoya Partiya çep a kurdî li Sûriyê
Di çarçoveya şert û mercên nû yên navçe û cîhanê de û hevdem ligel rêkeftina Erebistana Siûdî û Êranê ya di bin çavdêriya Çînê de ji bo vegerandina peywendiyên dîplomatîk di navbera wan de, li piraniya welatên Erebî deng li ser pêwîstiya vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî û pêwîstiya wê yekê hat bilindkirin.
Ji bo vê mebestê, rêzek civîn hatin lidarxistin, yekem civîna di 14ê Nîsana 2023an de li Ciddeyê, û di 1ê Gulana îsal de li Emmanê û ya dawîn jî civîna Encûmena Komkara Erebî di 7ê Gulanê de li civîna wezîran bû,bi serokatiya Misir, li paytexta Misrê Qahîre, ku tê de biryar hat dayîn ku Sûriyê vegere û bi awayekî fermî beşdarî Komkara Erebî bû, û bi vî awayî rê li ber vegerandina pêwendiyên dîplomatîk bi rêjîmê re vekir, û biryarên erebî hin şert û merc di nav xwe de girtin tekîd li ser dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re li gor biryara jimare ya Neteweyên Yekbûyî /2254/.
Li ser asta cîhanê, Rûsya, Çîn, Êran û Tirkiyê pêşwaziya biryarê kirin, di heman demê de ku Amerîka û Yekîtiya Ewropî li dijî wê derketin, ku redkirina xwe ji asayîkirina bi rêjîma Sûriyê re ragihandin, û ne rakirina sizayên ku li ser rêjîmê hatine sepandin li ser nerazîbûneke eşkere bi Biryarên Ereban û ev yek jî bi awayekî eşkere nakokiyên navdewletî yên li ser Sûriyê û li herêmê bi giştî îfade dike.
Me berî demeke dirêj bang li partiya çep a kurd li Sûriyê kir, bi lihevkirineke tevahî ligel Encûmena Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo diyalogeke niştimanî ya Sûrî-Sûrî bêyî dûrxistina ti aliyekî çalak di kirîza Sûriyê de, û em niha tekezî li ser israra xwe li ser diyalogeke niştimanî ya Sûriyê ya berfereh dikin, û em bang li aliyên opozisyona niştimanî û demokratîk dikin ku bi yekrêzî û daxwazan re, dawî li nakokiyên berê bînin, lihev bikin ji bo çareserkirina pirsa penaberan û vegera wan bi ewle bo malên xwe, azadkirina Girtiyan, eşkerekirina çarenivîsa windayan, rizgarkirina herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, şerê li dijî terorê û bi tundî cîbicîkirina biryara NY (2254).
10/5/2023
Politburo
ya partiya çep a kurdî li Sûriyê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

