Talebanî: Emê karê kompanya û sermayedarên Amerîkî hêsan bikin

Kurdistan 06:43 PM - 2023-05-10
Qubad Talebanî û şanda Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê Ofîsa Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û şanda Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê

Qubad Talebanî Amerîka Aborî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Encûmena Karsaziya Amerîka û Kurdistanê bi serokatiya David Tafurî kir û di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Kurdistanê de û çend mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Civîna roja 10.05.2023 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyanî Samî Ebdulrehman hat lidarxistin ,Talebanî got: “Hemû cure hêsankarî dê ji bo kompanya û sermayedarên Amerîkî yên ku dixwazin li Kurdistanê sermayesaziyê bikin, bê dayîn.
Şanda Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê armanca serdana xwe ya Kurdistanê rave kir û amadebûna xwe ji bo beşdarbûna zêdetir û bi bandortir di veberhênanên di warên curbicur de nîşan da û got ku ew dixwazin di başbûn û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê de beşdar bibin.
Di beşeke din ya civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin u Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî got: “Hewldanên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî hene û têgihiştinek baş di navbera aliyên siyasî de çêbûye ku bêyî yekrêziyê em nikarin rûbirûyê hemû pirsgirêkên  li pêşiya Herêma Kurdistanê bibin.
Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî got: "Em dixwazin bi awayekî radîkal û bingehîn pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bikin, em ê bixebitin ku hem yasaya bûdceyê hem jî yasaya petrol û gazê di zûtirîn dem de di berjewendiya hemû aliyan de derbikeve.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike