Serokkomar pêşwazî li balyozê Amerîka û Almanya û şarevaniya Parîsê kir
Îraq 05:28 PM - 2023-05-10
Taybet
Serokkomar pêşwazî li balyozê Amerîka û Almanya û şarevaniya Parîsê kir
Serokkomarê Êraq a federalê pêşwazî li balyozê Amerîka û Almanya ên li Êraqê her weha li şarevaniya Parîsê jî kir.
Pêşwaziya li balyoza Amerîkayê
Îro li bajarê Bexdadê paytexta Êraqê, di koşka selamê ya serokkomartiya Êraqa federalê de, serokkomarê Êraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd pêşwazî kir li her yek ji balyoza Amerîkayê li Êraqê Alîna Romanuskî, bi amadebûna rêvebirê mekteba karûbarên Êraqê di wezareta derva ya Amerîkayê de rêzdar Stîv Bîtnir.
Di wan hevdîtinan de, derbarê sirûtiya kar û peywendiyan û ew nêzîketiyên herdu welatan li ser girîngdayîna di derfetên hevbeş û bihêzkirina hevkarî û hemahengî li ser asta siyasî û aborî û çandî û jîngehî û xizmeta hevbeş ya herdu gelanhat gotûbêj kirin.
Pêşwaziya balyozê Almanyayê
Her weha di heman demê de, serokkoamrê Êraqê Dr.Abduletîf Cemal Reşîd pêşwazî li balyozê Almaniyayê rêzdar Martin Bîgir kir ku bi boneya bidawîbûna erkên wî li Êraqê ew pêşwazî kir.
Di heyama wê civînê de, serokkomar derbarê erkên balyoz de nerîn û spasî û dilgeşiya xwe anî ser ziman ku karekî baş encamdaye ji bo pêşxistina peywendiyên herdu welatan û sazkirina pirên birayetî û hevkarî û jê re serkeftin û serfirazî di kar û xebatên wî yên dahatû de xwest.
Pêşwaziya şaredarê Parîsê
Îro roja çarşemê 10-5-2023`an, di heman demê de, serokkomarê Êraqê Dr. Abduletîf Cemal Reşîd pêşwazî kir şaredarê Parîsê rêzdar xato Hîdalgu û şanda bi wê re kir ku balyozê Firansayê jî amadebibû.
Di heman demê de, serokkomar li ser rewşa penaber û awereyên Şengalê û dijwariya jiyanî û çawaniya vegerandina wan , tekez li ser wê yekê kir ku wê ev dosyaya were serrast kirin û ewê vegerin bo malên xwe.
Ji aliyê xwe ve jî, şaredariya Parîzsê dazanîn ku Êraqê rola xwe ya mîhwerî anî ser ziman ku di navçeyê de xwedî role, eşkire kir ku Firansa wê peywendiyên xwe bi Êraqê re li ser bingeha hevkarî û pilansaziyên paşerojê dirêjpêder be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

