Wezareta Tenduristiyê ya Êraqê derman bo Silêmaniyê dişîne
Kurdistan 06:54 PM - 2023-05-09
PUKMEDIA
Parlamenterê Parlamentoya Êraqê Biryar Reşîd
Wezareta Tenduristiyê ya Êraqê razî bû ku di rojên pêş de derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo dermankirina nexweşiya encefalitê wate hemin kirina mejû sere însan ji Silêmaniyê re wê bişîne. Parlamenterê ser bi fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê ragihand, Wezareta Tenduristiyê ya Êraqê razî bûye ku derman û pêdiviyên tenduristiyê yên zêde ji Silêmaniyê re bişîne.
Parlamenterê Parlamentoya Êraqê Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Hewlên me di warê dabînkirina derman û kelûpelên pizîşkî û dermankirina nexweşiya encefalîtê wate hemin kirina mejû sere însan ,serkeftî bûne, ku ji aliyê dezgeha piştevaniyê li Bexdayê ve hatiye amadekirin û dê di çend rojên bê de tenduristiya Silêmaniyê werbigire."
Her wiha got:“Piştî serdana meydanî ya nexweşxaneyên parêzgeha Silêmaniyê û wergirtina daxwaz û pêdiviyên pizîşkî ji Wezîrê Tendirustiya Êraqê re hatin pêşkêşkirin û li ser şandina beşeke zêde ji derman û kelûpelên pizîşkî û herwiha kompanyaya kîmyayî ya wezaretê li hev kirin.Rêveberiya tenduristiyê ya parêzgeha Silêmaniyê ew amade kiriye û her dema nûnerê tenduristiyê yê Silêmaniyê serdana Bexdayê bike, dikare werbigire.”
Li gorî axaftina ew parlamentera, beşa zêde ya Silêmaniyê (derman û pêdiviyên pizîşkî, beşa pêwîst a dermankirina nexweşiya encefalît a zarokan, lîsteya nexweşxaneyên şêwirmendiyê) tê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

