Hevdîtina Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr di qada navneteweyî de hat pêşwazîkirin

Kurdistan 10:56 PM - 2023-05-08
Civîna Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Civîna Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî

Civîna îro di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî  de ji aliyê dîplomat û aliyên navdewletî ve hat pêşwazî kirin  û hêvî dikin ku ev yek bibe destpêka proseya lihevkirin û hevkariyê û bihêle ku hikûmet bi bandor kar bike.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave ragihand, ew kêfxweş e ku îro dîtiye Serokwezîr û Cîgirê wî civiyane, ev pêngaveke destpêkê ya girîng e ji bo pêşketina di mijarên sereke de bi rêya gotûbêja avaker.
Rosy Cave destnîşan kir, hikûmeteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû xelkê Herêma Kurdistana Êraqê de ye û hêvî dike ku civîna Serokwezîr û Cîgirê wî, destpêkek bibe ji bo proseya rêkeftinê.

Barbara Leaf: Em bi hev re yek in
Ji aliyê xwe ve, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî wek pêngaveke mezin bi nav kir.
Barbara Leaf li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser girîngiya civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û got: “Ev pêngaveke mezin e.” Herwiha amaje bi "diyalogê" kir wek balkişandina ser helwesta Washingtonê ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê.
Alina Romanowski: Girîng e di vê rêyê de bi pêş ve biçin

Balyoza Amerîkayê ya li Êraqê Alina Romanowski di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşwazî li civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û ragihand, ew destxweşiyê li serkirdetiya Serokwezîr û Cîgirê wî dike ku bi hev re kar diikin ji bo destpêkirina çaresekirina kêşeyan bi rêya gotûbêjê.
Alina Romanowski got:’’Dema ku serok li ser hewcedariyên gel bisekinin hemû welat sûdê lê werdigire.Em di vê rêya girîng de bi pêş ve biçin.”
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket