Berpirsê YNKê li Çemcemal dest bi kar bû
Kurdistan 03:41 PM - 2023-05-08
PUKMEDIA
Serkawt Zekî
Serkawt Zekî wek çavdêrê navenda rêxistina (Malbenda) Çemçemalê hat destnîşankirin û di dema kar de xebatên serokê berê yên malbend hatin pesinandin.
Roja Duşemê di merasîmekê de ku Cîgirê Sekreterê Encûmena Serkirdayetiyê Mistefa Çelewî, endamê Serkirdayetiyê Mela Arî, endamên Buroya Rêxistinê, hevalên meclîsa navend, komîte û desteyên Çemçemal amade bûn, Sarkawt Zekî weke çavdêrê Navenda Rêxistina Çemçemal hat tayînkirin.
Di berdewamiya axaftinên xwe de berpirsê navenda Çemçemal behsa guhertinên di desteyên YNKê de kir û got: “Li ser pêşniyara Serok Bafil Celal Talebanî û desteya kargêrî ev guhertin tên kirin.
Serkawt Zekî wiha got: “Em dixwazin karê rêxistinî bikin û karê hizbî vejînin bi awayekî ku li gor cewherê karê hizbî û rewşa niha be.
Serkawt Zekî pîrozbahî li Rêbwar Omer serokê berê yê malbendê kir ku karekî gelek baş di nav malbendê de kiriye û hêviya serkeftinê di karên paşerojê de jê re xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

