Politburoya YNKê; Xwepêşandana Kerkûkê nerazîbûneke şoreşgerî bû

Kurdistan 03:52 PM - 2023-05-06
Kerkûkiyan siyaseta bi erebkirin nepejirandin PUKMEDIA

Kerkûkiyan siyaseta bi erebkirin nepejirandin

YNKê Kerkûk

Politburoya YNKê di salvegera xwepşandana gelê kurd li Kerkûkê de ku li dijî rijîma Be`esê hatibû kirin belavokeke weşand û têde dibêje: Xwepêşandana Kerkûkê nerazîbûneke şoreşgerî bû li dijî siyaseta rêjîma dîkteorê Be`esî ya bi erebkirin û bi Basiyekirina Kerkûkê bû, encama xwepêşandanên bajarên Kurdistanê û Kerkûk bi taybetî tekez li ser wê yekê kir ku Yekîtiya Nîştiamnî ya Kurdistanê û yekdengiya kurd bû di sedema ku rijîma Be`esê di bihêztirîn desthilata xwe de bû.

Naveroka belavoka politburoya YNKê ye:

Xwepêşandana Kerkûkê nerazîbûneke şoreşgerî bû li dijî bi erebkirin û bi be`esîkirinê bû ku 41 sal beriya niha bû ku di 6-5-1982 bi hevsozî û piştîvaniya xwepêşandanên bîst û çarî çar ê bajarê Qeladizê û bajarên din ên Kuridstanê wek bersivdanek ji bo bergirîkirin li siyaseta bi erebkirin û be`esîkirina rêjîma dîkteor a Be`esî rûxayî ku li dijî gelê kurd bi kartîne dihatin birêkxistin.

Cemewerê kurdperwer ê bajarê Kerkûkê bi gotina çendîn dirûşmên netewî û nîştimanî ku di nava hundirî rijîma Be`esî de digotin, wek îlhamek dibexiya ji bo coşdana xebat û tekoşîna bi riya xwepêşandanê ku rijiyan ser cade û kolanan.

Li bajarê Kerkûk û derdora wê ku bi salan e hêzên rijîma serkotker ê Be`es bi hemû hêza xwe ji bo rakirina hestên Kurdî û şoreşgerî ji kokê ve, her tişt bi serê kurdên Kerkûkê kirine, van xwepêşandanan hêzên Be`esê şok kirin û bûn sedem ku girse bi dehan kes şehîd û birîndar bibin û bi sedan kes jî werin girtin.

Encama van xwepêşandanan li bajarên Kurdistanê û Kerkûkê bi taybetî, piştrastkirina yekrêzî û yekdengiya Kurdan bû ku di serdemekî de bû ku rejîma Be`esê di desthilata herî bihêz wek pola a dagirkerî û xwebirêvebirinê de bû, lê çînên gelê Kurdistanê bi lehengiyeke xurt waneya xweragirî dan qonaxa têkoşînê û ji Erebkirin û bi be`esîkirinê re gotin na û helwesteke şoreşgerî nîşan dan, gelek daxwazên xwepêşandêran stûyê xwe li ber rejîma Be`es xwar ne kirin, lê ê rijîmê dane xwer kirin.

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket