Li Hewlêrê salvegera terorkirina Serdeşt Osman hate bîranîn
Kurdistan 04:03 PM - 2023-05-05
Ajansan
Malbata Serdeşt Osman
Îro 5-5-2023 li bajarê Hewlêrê salvegera şehîd Serdeşt Osman hat bîranîn, piştre jî axaftina malbata Serdeşt Osman li ser gora kurê wan piştî şehadeta 13 salan hate xwendin û gotin: Heta niha desthilat sînaryoyên ne şêrîn li ser doza Serdesşt Osman çêdikin.
Malbata Serdeşt Osman di axaftina xwe de wiha got:
Me bi dehan caran dubare kiriye ku xwîna Serdeşt hîn şile û peyama wî neqediyaye û bi ser neçûye.”
“Got jî ku desthilatî hîna jî senaryoyek gemar li ser doza Serdeşt Osman diafirîne.
Doza Serdeştê û hemû şehîdên qelem û azadiyê yên beriya Serdeştê û piştî Serdeştê her tim vekirî ye û ne girtî ne. Şehîd Serdeşt weke pêşengê karwanê ciwanên fedakar, pênûs û azadiyê peyama xwe gihandiye cihê mebest û maske ji ser rayedaran rakirin.
Malbata Serdeşt Osman wiha got: Nelirêtiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi peyamên we li cîhanê belav bûne. Ev salek û mehek nîne ku rêxistinên navneteweyî yên rojnamegerî, dadwerî û parêzvanên mafên mirovan rastiya vê rejîma Kurd şermezar dikin."
13 sal bi ser revandina Serdeşt Osman, rojnamevan û xwendekarê Îngilîzî yê Koleja Hunerê ya Zanîngeha Selahedînê re derbas bûn, ku li Hewlêr ji berdem zanîngeha Selahedîn ji aiyên kesên ne nas ve hat revandin û piştî du rojan termê wî li Mûsilê hat dîtin û heta niha jî kujer û encamderên vê tawanê nehatine girtin û bi serbestî tevdigerin.
Birayê şehîd Serdeşt Osman, Beşdar Osman di salvegera terorkirina birayê xwe de ji PUKMEDIA re got: Eger doza Serdeşt li cem hikûmetê hatibe girtin û nayê nîqaşkirin jî, lê ji aliyê me, rojnamevan û azadîxwazan ve nehatiye girtin û berpirsên kuştina birayê min nehatine dadgehkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

