Bîranîna lêdana Esker û Goptepe bi çekên kîmawî birê ve çû
Kurdistan 05:29 PM - 2023-05-03
PUKMEDIA
Bîranîna lêdana Esker û Koptepe bi çekên kîmawî
35 slavegera kokmkujiya rijîma Be`esê li dijî gundên Esker û Goptepeyê hate bi bîranîn.
Îro 3-5-2023 35 sal bi ser kîmyabarankirina gundên Esker û Goptepe û destpêka proseya karên kokujiya Enfalan ê qonaxa 4ê ku li gundwarên Esker û Goptepe û Çemê Rezan û derdorê ji aliyê rijîma Be`esê ve ku hatibû destpêkirin, hejmarek kesayetiyên navçe û malbatên şehîdan serdana goristan gundê Esker kirin û salvegera şehîdan bi bîranîn.
Her weha di wê barê de, çalakvan û rojnamevan Mihemed Eskerî ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Bi boneya 35 salvegera kîmyabarankirina gundewarên Esker û Goptepe û Çemê Rezan û derdora wê, me wek kesyetiyên wê deverê şehîdên komkujiya wan deveran bi bîranîn ku me daxwaz kir ku hikumeta Êraqê qerebûyê ji bo malbatên şehîdan bike, ji ber ku sedema komkujiyê hikumeta rûxayî ya Êraqê bû, niha jî ev erkê hikumeta nû ya Êraqê ye.
Hêjayî gotinê ye ku di encamê de, bêhtir ji (200) welatiyên sivîl û pêşmerge şehîdbûn, roja din jî di encama qonaxa 4ê ya kîmyabarankirinê de, hejmara şehîdan ber bi (500) şehîd û birîndar bilind bû.
Her weha di rojên piştre jî, operasyona qonaxa 4ê ya Enfalan ji bo sînorê Qelasêyoke û çemê Rezan û Benarê Xalxalan û deşta Koyê û gundên Zêya biçuk destpêkir, ku di vê qonaxê de, bi qasî 237 gund hatin rûxandin û textkirin û bêhtir ji 28 hezar û 550 kes hatin Enfal kirin.
Her weha beşek ji wê dîdarê ku di roja 3-5-2023`an de birêve çûye de, têde her yek ji balyozê Almanya li Êraqê û Konsilê wî welatî li Herêma Kuridstanê û bi amadebûna Daban Şedele, cîgirê serokwezîran spasiya hevkariyên Almanyayê kir di barê çaksazî ya li Herêma Kuridstanê têne kirin û rola ajansên vejandina wî welatî li Kurdistanê gelek bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

