YNK û UNAMI: Pirsgirêkên hilbijartinan pêwîste çareser be
Kurdistan 10:00 PM - 2023-05-02
PUKMEDIA
Civîna di navbera nûnerên YNK û UNAMI de
Pirsa qanûna
hilbijartinan û çend mijarên siyasî mijarên civîna îro ya YNK û nûnerê UNAMI li
Herêma Kurdistanê bûn.
Îro 02.05.2023ê ,li baregeha Mekteba Siyasî li Silêmanî ,biryarderê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî Refat
Ebdullah pêşwaziya Berpirsê Ofîsa UNAMI li Herêma Kurdistanê Ricardo Rodriguez
kir.
Di civînê de,
biryarderê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî, çareserî û pêşniyarên yasayî û
siyasî ji bo derbaskirina pirsgirêkên navbera aliyên siyasî ji şanda mêvan re
pêşkêş kir.
Serokê ofîsa
UNAMI li Hewlêrê herwiha tekezî li ser pêşniyarên rêxistinê yên di dema borî de
weke çareserî ji bo pirsgirêkên hilbijartinên herêmê kir.Di hevdîtinê de li ser
çend mijarên din ên siyasî yên girêdayî Herêma Kurdistanê û Êraqê jî nêrînên
xwe danustandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

