Hikumeta Herêm pareyên Amerîka ji bo lîwayên hevbeş dabeş nake
Kurdistan 11:02 AM - 2023-05-02
PUKMEDIA
Hikumeta Herêma Kurdistanê mûçeyên pêşmerge dabeş nake
Pareyên Amerîka ku ji bo mûçeyên lîwayên hevbeş dane, Hikumeta Herêma Kurdistanê bi ser wan lçîwayên hevbeş de dabeş nake.
Amerîkayê mûçeya lîwayê hevbeş ya wezareta pêşmerge dişîne û hikumeta Herêma Kuridstanê jî dabeş nake, cîgirê serokê lîjneya pêşmerge di parlemana Kurdistanê de jî dibêje: "Paşketina mûçeya lîwayên hevbeş ne yekem car e, di demekê de ye ku mûçeya wan lîwayan xistine estutê xwe".
Her çiqas biryar hebû ku îro sêşemê 2-5-2023 mûçeya lîwayên hevbeş ên wezareta pêşmerge bête dabeş kirin, lê ji bo dawiya hefteya bê hate paşxistin.
Di wê barê de, cîgirê serokê lîjneya pêşmege di parlemana Kuridstanê de ji malpera Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê ya fermî PUKMEDIA`yê re ragihand: Amerîka nizîkî 25 milyon dolar ji bo mûçeya lîwayên hevbeş ên pêşmergeyên wezareta pêşmerge şandiye, lê heya niha nehatiye dabeş kirin û lê her carê bi bihaneyekê dide paşxistin.
Hindek car piştî du mehan mûçeyên lîwayên hevbeş têne dabeş kirin ku ev yek di demekê de ye ku Amerîka pareyan di dema wê de dişîne ji hikumeta Herêma Kurdistanê re, lê ji ber her sedemekî be, hikumet xwe ji dayîna mûçeyan vedidize û paş dixe. Osman Sêderî wiha got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

