YNKê û aliyên din xwedî helwestên xwe ne û PDKê ji hilbijartinan poşmane
Kurdistan 05:33 PM - 2023-05-01
PUKMEDIA
Tevgera Goran jî bi YNKê re hevra ye
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û aliyên din xwedî helwestên xwe ne, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ji proseya hilbijartinan poşmane.
Her weha wek tê zanîn ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û aliyên din ên siyasî ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê hevran e li ser mijara hilbijartinan û encamdana hilbijartinên di dema xwe de, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ji soz û rendewiyên xwe poşmanbûye û vê yekê jî, germûgurî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê û aliyên din de çîkiriye û proseya hilbijartinan hatiye sar kirin, endamekî politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê jî, dibêje: YNKê naçe hilbijartineke ku têde PDKê 11 kursiyên li berjewendiyên xwe bidestaniye, di heman demê de, Tevgera Goran jî ji bo mijara hilbijartinan bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê re hevra ye û di wê barê de, berpirsê udaye hilbijartinên Tevgera Goranê li Silêmaniyê dibêje:"Hevhelwêsta aliyên siyasî li ser hilbijartinan dijayetiya aliyekî nîne ji bo xizmetkirina proseya demokrasiyê hilbijartine."
Pêştir jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê di barê hilbijartinan de çendîn civîn lidarxistibûn û li ser hemwarkirina yasaya hilbijartinan û tomara dengdanê ya Êraqê were bikaranîn lihevkiribûn û komusyona bête kara kirin, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ji wê rêkeftinê poşman bû û naxwaze hilbijartin bête kirin.
PDKê sozên xwe nabe ser
Endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulah ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragiahnd:" Germuguriya civînên di navbera YNKê û PDKê li ser mijarên hilbijartinan bi sedema PDKê sar bûn, eger nakokiyên navbera me li ser mijara hilbijartinan be ewa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê j bo wê mebestê pêngav avêtiye û daxwaza civînekê li ser wê mijarê dike."
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê asta daxwazkariyên ji bo proseya hilbijartinan bilind nekiriye û tenê wek çareseriyek daxwaza xelkê heye, lê ewe PDKê soza xwe nabe ser, di demekê de ye ku me ti destpêşxeriyek ji bona çareserkirina kêşeyan red nakin, wek hemû carekê ji bo hilbijartinan jî li ser daxwaza Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê pêngav hatine avêtin, lê bi kirdarî nehatine bi cihanîn. Stran Ebdula wiha got.".
YNKê 11 û sifirê napejirîne
Di dirêjahiya daxuyaniya Ebdula de wiha pêde çû; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê naçe hilbijartinên ku 11 û sifir di berjewendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê de destpê bike, bi berevaja dixwaze hemû partiyên din di proseyê de li gorî demokrasiyê bin û sengê xwe nas bikin.
Stran Ebdula dibêje: Ji niha ve pirsa pêkhatan li sûdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ye, ji bo wê jî, naxwaze li ser pirsa pêkhatan rêkeve, her ji ber wê yekê jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê naçe hilbijartinên ku bi misogerî PDKê 11 kursiyan bidest xistibe, bi bervajayî wê hilbijartin dibe bi temamî demokrasî be û aliyên siyasî sengên xwe nas bikin.
Her weha da ragihandin: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê jêdera girft û aloziyan nîne, bi berevaja hemû demekê destpêşxeriya çareserkirina kêşeyan kiriye, wek ku di mijara hilbijartinan de ku me dîtibû ku çawa YNKê destpêşxerî pêşkêş kiribû, lê PDKê heya şûnekî diyarkirî li gel YNKê ji bo çareserkirina kêşeyan pêngav avêt û piştre jî poşman dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

