Xebatên YNK’ê yên ji bo perwerdekirina kurdî li herêmên nakok bi ser ketin
Kurdistan 07:47 PM - 2023-04-29
PUKMEDIA
Li herêmên nakok perwerdeya kurdî
Piştî hewlên berdewam ên YNKê ji bo veguhestina postên perwerdeya Kurdî ji derveyî navçeyên nakok, Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Federal îro tekezî li ser cîbicîkirina wê daxwazê kir û got:"Proje yasaya bûdceya sala 2023 ya Êraqê destnîşan kirina mamosta û karmendên Kurd li van deveran pesend dike û dibe beşeke ji projeyasaya bûdceyê."
Endama Lijneya Darayî li Parlamentoya Êraqê Nermîn Merûf Xefûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Hewldanên Fraksiyona YNKê ji bo şandina karmend û xerciyên perwerdeya Kurdî li navçeyên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo Wezareta Perwerdeya Federal bi dawî hat û di bûdceya giştî ya Êraqê de cih girt.’’
“Îro bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Federal a Êraqê, Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê tekez kirin ku veguheztina mîlakat û xercên perwerdeya kurdî li deverên ku nêzîkî 13 hezar kes lê hene, hatiye pesendkirin û beşeke ji bûdceya texmînkirî ye’’.Dr.Narmîn Merûf Xefûr got.
Seroke YNKê xema perwerdeya kurdî de ye
Berî niha Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi hikûmeta Êraqê re li ser çareserkirina pirsa perwerdeya kurdî li navçeyên nakok li hev kiribû.
Serok Bafil ew dema got:’’ rê nadin mamostayên kurd li navçeyên nakok bibin qurbaniyên şer û ji wan îmtiyazên ku mamostayên din ên Êraqî hene bêpar bimînin.’’
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewl dide ku mafên darayî yên gelê Kurd di projeyasaya bûdceya sala 2023 ya Eraqê de cih bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

