Kabîneya 9 tijî hişê sîxurî û dîktatorî ye
Kurdistan 12:54 PM - 2023-04-27
PUKMEDIA
Hikûmeta Herêmê
Cîgirê
Serokê Fraksiyona YNKê Luqman Werdî û Parlamenterê Kerwan Gezneyî li Parlamentoya Kurdistanê bi tundî rexne li
daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî serokwezîrê kabîneya nehê ya civata wezîran
girt û tekez kirin ku ew bi asteke nizm û bi nezaniyeke mezin hatiye
nivîsandin.
Asta daxuyaniyê nizim bûCîgirê Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: Asta ku daxuyaniya Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê tê de hatiye nivîsandin nizime.
Got jî: Ji me re xuya bû ku asta nivîsandina daxûyanîya nivîsgeha serok wezîran di asta gotinên berdevkê wî de ye, ku ti adetên dewletê, babetên îdarî û hiyerarşîya kar li ber çavan nagire. bi zimanekî nivîsand û piştrast kir ku gelek zehmet e ku bi serokwezîr û alîkarên wî re wek yek tîmek hikûmetê kar bikin.
Desthilatdariya heyî tijî mêjiyên sîxuriyê û dîktatorî yeParlamenterê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Kerwan Gezneyî ji PUKMEDIA re ragihand: Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî di asteke gelek nizim de hatiye nivîsandin.
Got jî: Kabîneya neh ya hikûmeta herêma Kurdistanê, kabîneyek asayîşê ye, tijî sîxurî û tirsonek, dirustkirina zemîna dîktatorî, ferzkirina xwe û kuştinê ye û hemû bûyerên ku di warê kuştin, destdirêjî û heqaretan de qewimîne, encamên wê ne. Got jî: kabîneya niha di rêvebirin û zimanê niha yê hikûmetê, ofîsa serok û berdevkê wê de li hember her bûyerekê têkçûye, zimanekî nizim e û rêgezên derbirînê di wê de vedigere bo dema şerê navxweyî.
Ger ev zimanê serokwezîr be!
Kerwan Gezneyî dibêje:
Eger ev zimanê serokwezîrê Herêma Kurdistanê be, êdî ti hêviyek ji bo geşbûn û
pêşketina welat namîne.
Got jî: Tevî dadwerînebûn,
gendelî, burokrasî, paşguhkirina yasayan, ne şefafîyet, talankirin, tirsandin û
sîyaseta birçîbûnê, hemû wezaret, sazî û dezgehên hikûmetê felc û pûç bûn û
hilweşîyan.
Got jî: Di vê standê de
Mesrûr Barzanî biryar dide, Omîd Sebah dinivîse, Rêber Ehmed cîbicî dike û Jotyar
Adil (Mihemed Seîd El-Sehhaf) biryarê radigihîne.
Çareserkirina kêşeya mûçe û paşê vegerandina civînên hikûmetê
Peyvdarê Qubad Talebanî tekez kir ku daxwazên tîma Yekîtiya Niştimanî li hikûmeta herêmê, daxwazên giştî ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên çêkirî û pirsgirêka mûçeyên karmendan li Silêmaniyê.
Berdevkê Fermî yê birêz Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, Semîr Hewramî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtî (PUKMEDIA) re ragihand: “Me daxwaza çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Silêmaniyê kir û paşê jî li ser vegerandina tîma Yekîtiya Niştîmanî ya Encûmena Wezîran gotûbêj bikin."
Got jî: 20 heta 30 milyar dînar kêmasiya me heye bo dabînkirina mûçeyên Silêmaniyê û me daxwaz kiriye ku pirsgirêka mûçeyan bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin.
Hewramî dibêje "Daxwazên Yekîtiya Niştimanî daxwazên giştî ne, ku ya herî girîng mijara mûçeyên karmendan e. Em dixwazin dosyaya mûçe bibe dosyaya serekî, ji ber ku mûçe li parêzgehek bê parêzgeh û herêmek din nayê dabeşkirin.
Derbarê hebûna cudahiyê di dabeşkirina mûçeyên Silêmaniyê de, di daxuyaniya Wezareta Darayî de jî Semîr Hewramî dibêje: Li Silêmaniyê pirsgirêka nebûna dahatê heye, mûçeyê Pêşmergeyên Gulan û Eylûlê. Li gorî ku dibêjin ranewestiyan. Belê di dabeşkirina mûçeyên şaredariyan û Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê de kêmasî heye."
Berdevkê Qubad Talebanî amaje bi vê yekê jî kir: Ji roja 11ê sala borî ve, me raporteke berfireh derbarê rûbirûbûna pirsgirêkên darayî yên Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi giştî pêşkêş kiriye û me bersivek wernegirtiye û heta niha jî em li benda bersivê ne. Hikûmetê, ji ber vê yekê em geşbîn nînin ku şanda wezareta darayî bo çareser kirina pirsgirêkê, û bi çendîn caran me eşkere kiriye ku dahatên bendera Îbrahîm El-Xelîl bi bendera Perwêzxan re nayê hevber kirin. eşkere ye ku dahata parêzgeha Silêmaniyê ji navçeyên din ên herêmê kêmtir e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

