Serok Bafil: Me xemsariya hikûmetê li hember xwendekaran telafî kir
Kurdistan 07:14 PM - 2023-04-26
PUKMEDIA
Peyama pîrozbahiyê ji Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi helkefta 47 saliya damezrandina xwe pîrozbahiyê li xwendekaran dike û got:“Ez soz didim we ku îsal Komeleya Xwendekarên Kurdistanê dê bi stratejiyek nû û nûjen têkoşîna xwe ya sivîl û rêxistinî bidomîne û armanca wê jî dûrî berjewendiyên hizbî û taybet, xizmetkirina proseya xwendinê û mafên rewa yên xwendekaran be.
Nivîsa peyamê.
Bi helkefta 47 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li xwendekarên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Dîroka tekoşîna birûmet a komeleya xwendekaran di şoreşa nû de û tekoşîna wê ya berdewam ji bo berzbûna Kurdistanê cihê şanaziyê ye ji bo YNK û hewlên wê yên dirustkirina civakeke hişyar û azadîxwaz ku tê de xwendekar weke hêzekê tê de û bi enerjiyek nû civakê bi rê ve bibin, em spasdar in.
Xwendevan û ciwanên Kurdistanê yên hêja;
Piştî serkeftinên berdewam ên komelê di dema borî de û bidestveanîna armancên wê di vê qonaxa dijwar a Kurdistanê de, ez soz didim we ku îsal Komela Xwendekarên Kurdistanê bi stratejiyek nû û nûjen têkoşîna xwe ya sivîl û rêxistinî berdewam bike,dê xizmeta pêşdebirina pêvajoya perwerdeyê û mafên rewa yên xwendekaran bike.
Di dema borî de, min keyfxweş bû ku derfeta min hebû ku ji nêzîk ve bi xwendekarên Kurd re li ser proseya xwendinê û xwendina bilind li herêmê, mafên xwendekaran û hewlên ji bo nasandina xwendineke nûjen û saxlem û naskirina pirsgirêkan gotûbêj bikim. Di wê demê de me soz da ku em ê alîkarî û piştevaniya wan bikin û encama sozên me yên di nûjenkirina dezgehên navxwe, dabînkirina pêdawîstiyan û dayîna mûçeyên xwendekaran rastiyeke nayê înkarkirin ku me valahiya xemsariya hikûmetê tijî kir û ev erk girt ser milê xwe. Mîsyonek ku me bi serbilindî daye ser milê xwe û her tiştê me kiriye û em ê bikin jî ji bo ciwanên welatê min bûye.
Ji bo qonaxa nû ya xebatê û hewlên me yên ji bo guhertinên radîkal di proseya xwendinê de, armanca me diyar e û em dixwazin vê sektora giring a Herêma Kurdistanê ber bi asteke bilindtir û nûjentir ve araste bikin. YNK naxwaze destêwerdanê di sektora xwendinê de bike, lê şanaziyê bi wê yekê dike ku piştevanî û alîkariya pêşketina xwendina Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafên xwendekaran dike. Helbet dema ku em dibêjin xwendekar, mebesta me hemû xwendekarên Kurdistanê bi hemû deng û rengên cuda,û liberçavgirtina paşxana hizbî û siyasî di stratejiya karkirina me de cih nagire.
Pêşxistina asta zanistî ya zanîngehan û avakirina têkiliyeke saxlem di navbera mamoste û Xwendevan de, bi konfêrans û hemahengiya berdewam di navbera zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bi zanîngeh û navendên zanistî yên navdewletî re, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û dabînkirina jîngeheke xweş bo xwendekaran, armanca paşerojê ya Komeleya Xwendekaranê Kurdistanî be û bi piştevaniya xortên hêja û jêhatî yên Kurdistanê, emê rihekî nû bidin proseya xwendinê.
dilsoziya we
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

