Serokwezîr şêwirmend û cîgirên wezîran erkdar dike
Kurdistan 08:20 PM - 2023-04-24
PUKMEDIA
Hikûmeta Herema Kurdistan
Pirsgirêka din a kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî yekdestdariya desthilatê ye, wezaret bi rêya şêwirmend û alîkarên di ofîsa xwe de, bi awayekî ku ji bilî hebûna 5 alîkaran, şêwirmend ji bo piraniya wezaretan destnîşan kiriye ku hemû desthilat dane wan û desthilata wezîran bi kar tînin.
Kargêrî Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şalaw Elî Eskerî ragihand ku li ji destpêka pêkhatina hikûmetê ve serokwezîran hinek rawêjkar ji xwe re danî û gelek desthilat ji wezaretan wergirtiye û daye rawêjkaran. Dibêje: “Ew jî hikûmetek di nav hikûmetê de ye”.
Şêwirmend nikare biryaran bideTi yasayek rê nade şêwirmendê serokwezîr û şêwirmendê wezîran biryaran bide û desthilata wezîrên xwe hebe, tişta ku li Herêma Kurdistanê diqewime bi tevahî li dijî yasayê ye.
Wezîrê berê yê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Hacî Salih ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Ti qanûn rê nade şêwirmendên wezîran bibin xwediyê erkên wezîran, an jî heman rayeyan bikar bînin. Berovajî, şêwirmend navê xwe heye û tenê dikare bi wî re şêwir bike.
Her wiha got: "Divê wezîr ji bo her karekî şêwirmendan destnîşan bikin, yan jî şêwirmend dikarin pêşniyaran ji wezîran re bikin, lê tişta ku di vê kabîneyê de tê dîtin berovajiyê wê ye û gelek desthilat ji şêwirmendan re hatine dayîn, ev jî neqanûnî ye."
Saziyên hikûmetê yên ewlehiyêKabîneya nehemîn ku kabîneya îstixbaratê ye, encama saziya ewlehiyê û ezmûna nebaş a wê hikûmetê ye li Herêma Kurdistanê ye.
Mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî Ehmed Mîra ji PUKMEDIA re ragihand: “Pêşbîniyên me yên ji bo kabîneya neh pêk hatin, tişta ku li Herêma Kurdistanê diqewime ne tenê karesateke siyasî ye, tevî pirsgirêkên aborî rastî karesateke civakî hatine. Bûyerên cur bi cur ku diqewimin, encamên dezgehên ewlehiyê ne ku encama ezmûna xirab a rêveberiya Herêma Kurdistanê ye."
"Li gorî kabîneyên din, kabîneya nehemîn ya herî xirab û ya herî bi pirsgirêk bû. Bi ya min pirsgirêk di pêkhatina kesê yekem ê hikûmetê bi xwe de ye, lê hin kesayet hene ku di hikûmetê de cihê wan tune bi taybetî ew karakterên ku ji aliyê derûnî ve ji wan re karakterên neguncav ên siyasî tên binavkirin," Ehmed Mîra got.
Dîktatoriyê mezinahiya herêmê xistiye metirsiyê
Kabîneya nû ji serokwezîr û cîgirê serokwezîr, ofîsa encûmena wezîran, 19 wezaret, 5 ofîs, sê dezgeh, encûmenek, akademiyek û ofîsa hemahengiya pêşniyarên navdewletî yên pêk tê,ku 9 wezîrên wan PDKyî ne.
"Tişta ku gelê Herêma Kurdistanê piştî şerê navxweyî xeyal dikir ku ber bi dewleteke yekgirtî ve biçe, niha paşve çûye, ji ber wê jî em li pêşberî xwe hikûmeteke saxlem nabînin, ku encama referandomê ye."Ev ber siyaseteke aborî ya serbixwe û cudabûn nav hikûmetê de bû. Heta em ditirsin statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji dest neçe."Ehmed Mîre got
Got jî: "Kabîneya nehan kabîneya îstixbaratî ye û ezmûna berê ya kabîneya îstixbaratî li hemû cîhanê têkçûye û dê encamên ewlekarî hebin û asayîşa giştî ya gel û hizbî bikeve metirsîyê."
Di 10ê Tîrmeha 2019an de, Parlamentoya Kurdistanê bawerî bi kabîneya nû da û Mesrûr Barzanî wek berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo postê serokwezîriyê sond xwar û 9 wezaret ketin destê PDKê,wezîr ji bo wezaretên ne yê PDK’ê ne şêwirmend tayîn kiriye, bi awayekî neqanûnî rayeya mutleq daye wan û rayeya wezîran kêm kiriye, bi vî awayî hikûmeteke bi pirsgirêk ava kiriye hikûmet nav hikûmetê de ava kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

