Amerîkayê piştgiriya rojnamevanên kurd kir

Kurdistan 03:59 PM - 2023-04-24
Amerîkayê piştgiriya rojnamevanên kurd kir Ji erşîvê

Amerîkayê piştgiriya rojnamevanên kurd kir

Konsulê Amerîka Rojnamevanan

Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo azadiya rojnamegeriyê û nûçeyên pîşeyî yên li Herêma Kurdistanê piştrast kir.
 Di daxuyaniyeke konsulusxaneya giştî ya Amerîkayê de ya li Hewlêrê bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî û 125 saliya weşandina yekem rojnameya bi zimanê Kurdî ya bi navê Kurdistan li Qahîreyê wiha ragihand: "Îro Roja rojnamegeriya Kurdî ye, bo nasandina rola girîng û esasî ya ku çapemenî di her desthilateke demokratîk de dilîze"
Konsolxaneyê ji gotina Serokê Amerîkayê Joe Biden re got, "Rojnamegeriya azad û serbixwe êdî ji her demê bêtir pêwîst e" û wiha pê de çû: "Em ê berdewam piştgiriya azadiya medyayî, ragihandina azad, serbixwe û profesyonel a nûçeyan û gihandina agahiyan li Herêma Kurdistanê bikin."
Konsulxaneya Amerîkayê di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Em rojnamegerên ku berdewam nûçeyên giranbuha ji welatiyên Herêma Kurdistanê re ragihînin û di vî warî de rastî xetereyên mezin tên, spas dikin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket