Pîrozbahiyên bo Çarşema Sor yê Êzdiyan
Kurdistan 01:55 PM - 2023-04-19
PUKMEDIA
Cejna Çarşema Sor
Peyamên pîrozbahiyê bo Êzdiyan bi boneya sersalê (Çarşema Sor)
Hêro Îbrahîm Ehmed: Êzdî pêkhateyeke resen ya herêmê ne
Hêro
Îbrahîm Ehmed cejna Çarşema Sor li xwişk û birayên Êzdî pîroz dike û ragihand
ku Êzdî civakeke resen ya herêmê ye û ji bo parastina nasname û kurdbûna xwe
gelek qurbanî dane.
Naveroka
peyamê:
Xwişk û
birayên Êzdî
Çarşema
Sor pîroz be
Bi boneya
hatina sersala Êzdiyan û cejna Çarşema Sor, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û
ji dil hêvî dikim ku hûn vê cejnê û hemû cejnên din bi xweşî derbas bikin.
Êzdî
civakeke resen ya herêmê ye û ji bo parastina nasname û kurdbûna xwe gelek
qurbanî dane û her berdewam in bêbextiyên li pey hev ciwanên qehreman ên
Êzdiyan ji têkoşînê sar nekirine.
Ez nîgeran
im ku heta niha hewldanên ji bo qerebûkirin û ji nû ve avakirina herêmên wan, ti
gavên cidî nehatine avêtin û hîn jî ji ber nebûna xizmetguzarî û
jinûveavakirina deverên xwe mexdûr dibin.
Hêvîdarim
sala nû ya Êzdiyan bibe cejnek ji bo qerebûkirina ciddî ya Êzdiyan û
dabînkirina jiyaneke birûmet û bextewar ji bo hemû civakên xwecihî yên gelê me.
Cejna Çarşema
Sor pîroz be.
Serokê YNK: Ji bo piştgirî û dabînkirina edaletê ji Êzidiyan re gavên rast bavêjin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya hatina sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzdiyan kir û di peyama xwe de wiha got:
Cejna Newrozê ya Êzidiyan (Garşemba Sor) li xwişk û birayên êzidî pîroz dikim û hêvîdar im vê cejnê di nava coş, kêfxweşî û xweşiyê de derbas bikin.
Di demên borî de êzîdî rastî tundî û gelek karesatan hatin û qurbaniyên mezin dan û mixabin heta niha hewlên ji bo qerebûkirina wan û avakirina bajarê wan ji çarçoweya dirûşman derneketine û di vî warî de ti gav nehatine avêtin.
Yekîtiya Niştimanî bi berdewamî piştevanê êzîdiyan bûye û piştevaniya her pêngavekê dike ji bo avakirina paşerojeke geş ji bo wan û parastina jiyana wan, daku careke din nekevin ber ti metirsiyan, divê em hemû bi yekcarî bi rihê berpirsyariyê bi wan pêkhateyên resen yê kurdistanê re mijul bibin û ji bo berjewendiyên hizbî û siyasî bi çarenivîs û jiyana Êzdiyan nelîzin.
Qubad Talebanî: Kurdistan şanaziyê bi hemû pêkhateyên xwe dike
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya cejna Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê arastey Êzdiyan kir.
Di peyamê de Qubad Talebanî wiha got: Bi boneya hatina Cejna sersala Êzdiyan (Çarşema Sor) germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Kurdên Êzdî dikim û cejnê li wan pîroz dikim û saleke tijî aramî û aştî ji wan re dixwazim.
Qubad Talebanî eşkere kir: Êzdî pêkhateyeke yekperçeyî ya Kurdistanê ne û her çend di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek êş û karesatan hatine, lê li ser parastina nasname, ol û Kurdayetiya xwe bi îsrar in.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: Kurdistan bi hemû pêkhateyên xwe şanaziyê dike û divê em hemû bi hev re kar bikin bo bihêzkirina çanda pêkvejiyanê ku berê di dîroka me de maye.
Yekîtî piştgiriya xwe ji bo vegerandina mafên Êzdiyan yên standî piştrast dike
Bi boneya hatina sersala Êzdiyan Politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arastey Êzdiyan kir.
Mekteba Siyasî di peyama pîrozbahiyê de wiha got: Bi boneya cejna Êzdiyan Çarşema Sor em pîrozbahiyên germ li xwişk û birayên xwe yên Êzdî li Kurdistan û Êraq û tevahiya cîhanê dikin.
Herweha amaje bi wê jî kir ku Êzdî di hemû warên jiyanê de li Kurdistanê û têkoşîna siyasî li dijî dijmin û dagirkeran xwedî roleka mezin bûn, çend serkirdeyên wan di nav refên Yekîtiya Niştimanî de û şoreşa nûh de şehîd ketin.
Divê bi pilaneke herîmê ya hevbeş êş û azar û bandora kareseta ku di 2014 de bi serê Êzdiyan hatibû kirin nemînin û bên rakirin.
Mekteba siyasî bi vê bone de tekezî li ser piştevaniya û piştgiriya her hewlekê bo vegerîna mafên standî û windakirî yê Êzdiyan dike, vegerandina koçberan bo deverên xwe yên resen û ew ji bo berjewendiyên ti alîyekî bikar neyên.
Di dawiyê de got em dixwezin ku sucên ku bi derheqê Êziyan hatiye kirin li ser asta cîhanê bê naskirin ku wek ku çawa li 12 dewletan hatiye naskirin û zerarmend werin qerebûkirin .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

