Hewlêr: Lêkolîna derbarê destdirêjiya li ser keçeke 7 salî berdewam e

Kurdistan 09:48 AM - 2023-04-19
Hewlêr PUKMEDIA

Hewlêr

Hewlêr

Li Hewlêrê di dibistaneke taybet de destdirêjî li keçeke 7 salî hatiye kirin, Desteya Mafên Mirovan lêkolînê li ser rûdawî dixweze û dibêje: Em li benda encamên lêkolînê ne û em ê helwestê nîşan bidin.

Seroka Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yaqû wiha got: Li Hewlêrê di dibistana taybet  D.M.F de destdirêjî li keçeke 7 salî hat kirin û lêkolîn berdewam e.

Got jî: Piştî kombûna li gel rêveber û çavdêrên dibistanê û gotûbêj û lêkolînan, em li benda encamên lêkolînê ne ku helwesta xwe derbarê wê mijarê de bigirin.
“Emê serdana dezgehên ewlekarî yên Hewlêrê û malbata wê zarokê bikin da ku rastiya bûyerê eşkere bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket