PPDK.S daxuyaniyeke ji bo rewşa siyasî weşand
Kurdistan 05:30 PM - 2023-04-18
Ragihandina PPDK.S
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê rewş şirove kir
Politburoya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamîşloyê ya Rojavayê Kurdistanê civîna xwe li darxist. Di karnameya civînê de, evê li xwerê naveroka civînê ye ku wêneyek ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re hatiye şandin ne:
Li ser asta rêzanî : Nivîsgeha rêzanî pêşhatên ku di helwesta erebî û
herêmî di derbarê Sûriyê de dibin hatin gotûbêj kirin , û hewlên ku
dewletên ereb dikin ji bo vegera sûriyê nav kombendên dewletên erebî , û
vegera peywendiyên dîplomasî di navbera sûriyê û hawîrdora erebî bi
şêweyekî erênî da ku bandora wê ji hemû aliyan ve di jiyana welatiyên
sûrî de bike , û da ku bibe dergehek ji birêxistina pirosêseke siyasî li
sûriyê , û di vê çarçewê de nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê hikometa
sûriyê ji aliyê xwe ve nerîn û pirojeyekê ji çareseriya siyasî re li
sûriyê di rêya diyaloga niştimanî ya sûrî sûrî re pêşkêş bike û nûnerên
hemû pêkhatên civaka sûrî têde beşdar bin.
Tevî tunebûna lihevhatineke navdewletî di navber hêzên xwedî bandor
di meydana sûrî de û bi taybetî Amerîka ji aliyekî de û Rûsiya ji
aliyekî din de , lewre dibê ku astengî û dijwarî hebin ji gihaştina
çareseriyeke siyasî ji qeyrana sûrî re. Herwiha hevalan rewşa aborî ya
ku welat ji ber digazîne gotûbêj kirin ku bandora wê li ser jiyana
welatiyan bi sedema herifîna nirxê pereyên sûrî li hember dolar ku
hiştiye rêjeya sûriyên di bin xeta perîşaniyê de dijîn heroj zêdetir
bibe û şêwazên neyênî di nav civaka sûrî de firehtir bibin.
Sebaret bi hewldan û navbênkariyên ku Rûsiya dike ji bo nêzîbûna di
navber Sûriyê û Turkiyê de hevalan tekez kirin li ser ektîvkirina
peywendiyan di navber herdu welatên cîran de lê divê li ser bingeha
peywendiyên cîrantiyê û rêzgirtina serweriya Sûriyê bin , û hêzên Turkî
ji hemû xaka Sûrî vekişin, û divê ev lihevhatina ne li ser hesabê tu
pêkhatan be ji pêkhatên civaka sûrî û bi taybetî pêkhateya kurdî.
Di dema gotûbêj kirina rewşa xirab a tevgera kurdî li Sûriyê ji encama
rewşa parçebûnê ya tevger ji ber digazîne nivîsgeha rêzanî dibîne ku
divê partiyên kurdî lêvegereke rexneyî giştî ji siyasetên xwe yên berê
re bikin û siyaseteke nû dînin ku li gor pêşhatên di meydana siyasî ya
sûrî de be , û divê kar li ser danheva mala kurd û yekrêziya tevgera
kurdî were kirin.
Her wiha civîna nivîsgeha rêzanî li ser rewşa Kurdistana Êraqê rawestiya
û destwerdanên berdewam ji aliyê Tirkiyê de û nerêzgirtina wê ji
serweriya Êraqî re gotûbêj kirin, û di vê derbarê de nivîsgeha rêzanî ya
partiya me ji herdu partiyên sereke dixwaze hişyar bin ji wan gelaciyên
ku hêzên herêmî peyda dikin ji bo hejandina ewlehî û aramiya herêma
Kurdistanê.
Her wiha civînê rewşa partiyê ya hundirîn gotûbêj kir û hejmarek ji
destkariyên pêwîst standin ji bo xurtkirina yekîtiya partiyê da ku di
zûtirîn dem de kongira partiyê ya Sêzdemîn were lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

