HDP: Bi alîkariya aliyekî li Herêmê terorkirina me zêde bû ye
Kurdistan 04:05 PM - 2023-04-18
PUKMEDIA
HDP'ê: Bi alîkariya partiyeke li herêmê terorkirina me zêde bûye
Nûneretiya HDP`ê: Mît li Herêma Kurdistanê siyaseta tinekirina me peyrew dike.
Nûnerên HDP`ê gotin, "Em dizanin ku ev êrişên siyaseta tinekirin û gefxwarina penaberên siyasî ye û herî dawî bi alîkariya partiyeke li Herêma Kurdistanê êrişên ji bo terorkirina me zêde bûne."
Der barê terorkirina endamekî HDPê ji aliyê MÎT`a Tirkî ve, ku li parêzgeha Dihokê pêkhatibû nûneretiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê di civîneke rojnamevaniyê de wiha got: "Duh duşemê 17-4-2023 hevalê me Hisên Tiwîranî di kargeha xwe de ji aliyê Mîta Tirk ve hate terorkirin, di heman dema ku sala borî êrişeke çekdarî li dijî heman kesî pêk hat birîndar bibû."
Bi alîkariya partiyekê li Herêma Kurdistanê êriş zêde bûne
'Em dizanin ku ev êriş siyaseta MÎTA`yê ya jinavbirin û gevlêkirina penaberên siyasî ye. Em baş dizanin ku kujerên hevalên me AKP, MHP û desthilata Erdogan in. Em van êrişan şermezar dikin. Em bang dikin ku berpirsên van êrişan bi awayekî adîlane bên girtin û darizandin û dawî li van êrişan were anîn.'
Wiha got: "Beşeke mezin ji wan kesên ku ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne, siyasetmedarên bakurê awerene û jiyaneke dijwar dijîn û di demên dawî de bi alîkariya partiyekê li Herêma Kurdistanê êrişên li dijî wan awereyan zêde bûne".
"Di çarçoveya van bûyeran de, peyama me ew e ku her hêzek difikire ku em ê bi zîndankirin, kuştin û serkotkirinê bêdeng bimînin, bila baş bizanibin ku em ê heya nefesa dawî li dijî dijminên Kurdan şer bikin û em ê serê xwe ji kiryar û gefên terorîstî re netewînin."Nûneretiya Partiya Demokratîk a Gelan wiha got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

