Azadî di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de nayê ber hev

Kurdistan 04:04 PM - 2023-04-17
Silêmanî û Hewlêr PUKMEDIA

Silêmanî û Hewlêr

Silêmanî Hewlêr Rojnamevanan

Ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê û veşartina kêmasiyên kabîneya nehemîn, çendîn sal in li parêzgehên Hewlêr û Duhokê, destdirêjî li rojnamevan, parêzer û welatiyan tê kirin û endamekî serkirdayetiya YNKê dibêje:  “Bi ti awayî nabe ku Hewlêr û Duhok bi Silêmaniyê re bidin ber hev, ji ber ku li Silêmaniyê rojnamevan û çalakvan dikarin bi azadî û bê tirs karê xwe bikin.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Aras Mihemed Axa ji PUKMEDIA re ragihand: “Ger em Silêmanî û Hewlêrê bidin ber hev, em dibînin roj nîne ku li navçeya Xebatê şer û teqe  yan jî rojnamevan û parêzer li Hewlêrê nehên lêdan, ev bûye pîşeya hertimî ya partiyek li herêmê û bi siyasetê tê kirin.
“Ji ber siyasetên xirab ên hikûmetê li van deveran, tirsandin, gef, revandin û gelek tiştên din hatine çêkirin, bi rastî bi Silêmaniyê re nayê hevber kirin, ji ber ku li Silêmaniyê rojnamevan û çalakvan dikarin bi azadî karê xwe bikin û û bi her awayî tên piştgirîkirin.” Aras Mihemed Axa got.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket