Hêzên Asayîşê rê li çalakiya bîranîna Enfalê li Hewlêrê girtin

Kurdistan 10:01 PM - 2023-04-13
Hewlêr PUKMEDIA

Hewlêr

Enfal Hewlêr

Asayîşa Hewlêrê rê neda çalakvanan ku ji bo bîranîna 35. salvegera Enfalê çalakiyeke sivîl lidar bixin.
Roja 13.4.2023ê hejmarek rêxistin û çalakvanên warê jenosîdê li Hewlêrê bi boneya 35 saliya Enfalê li ber bîrdariya şehîdên Kesnazan daxuyaniyek xwendin û tawanên li dijî wê bibîr anîn.
Lê hêzên asayîşa Hewlêrê avêtin ser wan û nehiştin çalakiyê bikin û çalakvan belav kirin.
Di vê navberê de hejmarek ji xizmên qurbaniyên Enfalê zêdetirî 2 sal in daxwaza dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û heta niha 11 caran çûne avahiya Encûmena Wezîran li Hewlêrê, lê bersiv dane û ne jî serokwezîr amade ye wan bibînin.
Sibe, 14ê Nîsana 2023an, 35emîn salvegera operasyona Enfalê ye, ku rejîma Beis di heşt qonaxên êrişên serbazî de li ser gundên kurdan dest pê kir û zêdetirî 182 hezar mêr, jin, ciwan û zarok qetil kirin.
Li gorî daxuyaniya xizmên qurbaniyan, mûçeyên wan hatiye birîn û 11 caran serî li Encûmena Wezîran a Hewlêrê dane, lê Serokwezîr bersiva wan nedaye.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket