Serokê fireksiyona YNK: Mazlûm Ebdî bi dizî nehatiye Silêmaniyê
Kurdistan 01:29 PM - 2023-04-13
PUKMEDIA
Firokaxaneya Silêmaniyê
Serokê fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî tekez kir ku hebûna şanda Yekîneyên Parastina Gel li bajarê
Silêmaniyê bi awayekî eşkere û ne veşartî ye.
Herêm Kemal Axa di
hevpeyvîneke taybet de li gel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
ji PUKMEDIA re got: Hevdîtinên Serfermandar Mezlûm Ebdî li Êraqê ne tiştekî nû
ye ji ber ku Êraq jî endamê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.
Û wî berdewam kir: Fermandar
Mezlûm Ebdî mêvanê hêzên hevpeymaniyê bû, ku Tirkiyê ji hebûna wê civînê
agahdar bû, ku hertim û dem bi dem di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û endamên
hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pêk tê.
Got jî: "Ev civîn li ser
astên navxweyî û derve ne, lewra hebûna Mezlûm Ebdî li Silêmaniyê ji bo kombûna
ligel hevpeymaniya navdewletî û bihêzkirina hemahengiya hevbeş hat û heta
jinavbirina DAIŞê bi temamî dê berdewam be.
Wî eşkere
kir: Ev civîn ne veşartî ne, lê eşkere ne û armanca wan komkirina zanyariyên
istixbaratî û bihêzkirina hevahengiya hevbeş ji bo jinavbirina DAIŞê bi yekcarî
ye.
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
ragihand: Lijneya Parlamentoya Kurdistanê ku ji bo lêkolînkirina derbarê teqîna
firokxaneya Silêmaniyê de hatiye avakirin, raporta xwe amade kiriye û di
civînekê de li ser wê raporê gotûbêj bike û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê
bike ji bo sînordarkirina binpêkirinên ku Tirkiyê li ser axa Êraqê dike
biryareke guncaw bigire.
Wî got: Li
gorî raporên destpêkê yên ku ketine dest lijneya parlamentoyê, ew yek piştrast
dike ku perçeyên mûşekê cihê çêkirina mûşekê nîşan didin, ev jî nîşan dide ku
radarên firokexaneyên Kerkûk û Silêmaniyê çavdêriya tevgera firokeyên bê
firokevan û nêzîkbûna wan bo Silêmaniyê kirine, ti guman tu ne ku ew firoke yê
Tirkiyê bin.
Ji aliyê xwe
ve nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukr di daxuyaniyeke taybet de
ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku hinek alî derbarê hebûna civîna Hevpeymaniya
Navdewletî ya li Silêmaniyê de dibêjin, ne rast e.
Got jî:
Rêveberiya Firokevaniya Sivîl Firokexaneya Silêmaniyê kontrol dike û her
firokeyek ku dakeve yan jî ji firokexaneyê derkeve, hemû zanyariyan derbarê wê
de werdigire.
Wî berdewam
kir: Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Êraqê pêşwext ji hebûna civîna hevpeymaniya
navdewletî ya li bajarê Silêmaniyê û aliyên beşdar di wê civînê de haydar bû û
ew civîn nehênî bû wek ku hin alî îdia dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

