Serok Bafil: Me çaverê nedikir ku dezgehên ewlehiyê komployên derve pêk bînin
Kurdistan 07:59 PM - 2023-04-08
Daxuyaniya Serokê YNKê
Serok Bafil û Qasim Aracî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Êraqî bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Êraqê Qasim El-Erecî, Serokê Dezgeha Ewlekariya Niştimanî Hemîd Şetrî , Ebdulwehab el-Saadî, serokê ajansa dij-terorê ya Êraqî, û lîwa Qais el-Muhemedawî, cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş.
Di civînê de ku hejmarek ji endamên Desteya Kargêrî, Mekteba Siyasî û hejmarek ji berpirsên ewlekarî û leşkerî tê de amade bûn, pêşhatên dawî yên ewlekarî û êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina serweriyê ax û Welat hat kirin.
Ji bo ku li welêt aramî were domandin û bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, xebatên koordîne bikin.
Serok Bafil Celal Talebanî spasiya Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şîa Sûdanî, şanda mêvan, partî û serkirdeyên Êraqî û Kurdistanî kir ku li dijî vê pêşhata tirsnak û metirsîdar axivîn û daxwaz ji komîteyê kir ku rastî û sedemên vê êrîşê eşkere bike.
Di hevdîtinê de Serok Bafil li ser erkên hevbeş yên ji bo parastina gel û welat gotûbêj kirin û got:"Qedera me bi yekîtî û hevgirtina me ve girêdayî ye. Divê rê neyê dayîn ku hinek kes çavsaxî biyaniyan bikin û ewlehiya me ya neteweyî bikine xeterê."
Serok Bafil di beşeke din ji raveyên xwe de eşkere kir ku bûyera li balefirxaneya Silêmaniyê bi ti awayî nayê qebûlkirin û YNK berdêla helwestên xwe yên niştimanî dide. Me li bendê bû ku lihevkirin û partiyên siyasî yên Kurd bigihin berjewendiyên bilind, lê me qet hêvî nedikir ku dezgehên ewlekarî yên herêmî planên derve pêk bînin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Êraqê Qasim El-Eracî di bersivê de amaje bi rewşa aram a Silêmaniyê kir û got: “Em hatine bajarê Silêmaniyê ku weke dilê mezin yê Serok Mam Celal tê naskirin, em kêfxweş in ku rewş aram e. “Siyaseta niştimanî ya YNK’ê ya neguhertî cihê şanaziyê ye ji bo me, ji ber ku di destpêka pirsgirêkên Êraqê û avakirina hikûmetê de helwesteke erênî hebû û di aramiyê de roleke girîng hebû."Em vê bûyera nexwestî bi tundî şermezar dikin û li dijî kiryarên sûc ên li dijî ax û gelê xwe ne."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

