Stran Ebdullah: Serok wezîr henekê xwe bi dost û dijminan kir
Kurdistan 03:01 PM - 2023-04-08
PUKMEDIA
Stran Ebdullah
Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya YNKê derbarê helwestên berdevkê hikûmetê û serokwezîr de wiha got: "Serokwezîr ev kabîne kesayetî kiriye û xirabtirîn kabîne ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û heta serokê PDKê jî bi vê hizra teng ve girêdayî ye.
Her wiha got:“Xelk ji her demê zêdetir piştgîriya helwestên YNKê yên niştimanî dikin ji ber ku dizanin rêya rast ewe ku YNK dişopîne.
Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya YNKê Stran Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: "Em wek YNK ji bo rewşa ku qewimî serî li berdevkê hikûmetê nadin, ew tenê karmend e û çi ji wî re bê gotin dike, lê em serî li serokê kabîneya nehemîn a têkçûyî dinêrin ku kabîneya xwe ji bo dost û dijminan xiste rewşeke pêkenok."
Serokê PDK’ê jî bi teng fikirîna serokwezîr ve girêdayî ye
Stran Ebdullah got: "Serokwezîr ev kabîne kesayetî kiriye û xirabtirîn kabîne di hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Heta hinek partiyên wî jî ne li gel wî ne. Bêguman serokê PDKê bi vê hizra teng ve girêdayî ye." Stran Ebdullah got jî, dema YNK û PDK nêzîkî hev dibin, ji bo mebestên şexsî bûyerek çêdibe ku herdu hêz ji hev dûr bikevin.
"Serokwezîrê hikûmeteke dîktator nikare di navbera parêzgehan de yekgirtî û bê cudahî be, û naxwaze bûdce biçe parlamentoyê da ku bi dahatê tabûrên çekdar çêbike, ku yek ji wan diyardeyên ku di vê kabîneyê de xuya dike."
Gel piştgirî dide helwestên YNKê yên netewî
Stran Ebdullah ji PUKMEDYA re ragihand ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di berjewendiya gel de xwedî helwesteke resen a Kurdistanî ye. Xelk ji her demê zêdetir piştgîriya helwestên YNKê yên niştimanî dikin ji ber ku dizanin YNK li ser rêya rast dimeşe û YNK bêyî haya civaka navdewletî kar nekiriye, lewma em tiştekî normal dibînin ku Tirkiye bi helwesta niştimanî ya YNKê ketiye tengasiyê, lê çi ne asayî ye û em fêm nakin çima serokwezîr ketiye tengasiyê?.
“Serokwezîr dest ji birîna mûçe, bûdce, derman û rawestandina xizmetguzariyan li parêzgeha Silêmaniyê bernedaye û niha li dijî YNK û xelkê Silêmaniyê komployên nû dilîze, lê nizane ku YNK roj bi roj bihêztir dibe. Berpirsê Ofîsa Ragihandina YNKê got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

