Parêzgarê Silêmaniyê: Em êkdana asayîşa parêzgeha xwe şermezar dikin

Kurdistan 01:04 AM - 2023-04-08
Parêzgarê Silêmaniyê PUKMEDIA

Parêzgarê Silêmaniyê

Silêmanî

Parêzgarê Silêmaniyê rêheval Ebûbekir di peyamekê de êrîşa li ser firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û got, “Em vê êrîşê şermezar dikin û nerazîbûna xwe li hember têkdana ewlehî û aramiyê li parêzgeha me nîşan didin.
Teksta peyama parêzgarê Silêmaniyê
Îro danê êvarê, cihekî nêzîkî derûdora balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê; Bi êrîşa hewayî hat xistin û şikir ji Xwedê re kuştî û birîndar nebûn.
Li ser navê Parêzgeha Silêmaniyê; Em vê êrîşê şermezar dikin û nerazîbûna xwe ya li hember têkdana ewlehî û aramiya parêzgeha xwe nîşan didin.
Parastina aramiya welatiyan û asayîş û aramiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê; Erka me hemûyan e, lewma em daxwaz ji her kesî dikin ku hevkariyê bikin; Ji bo ku ev bûyerên nexwestî careke din neqewimin.
Em ji her kesî re piştrast dikin; Silêmanî û Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ewle ne û ligel aliyên peywendîdar; Em bi berdewamî hewl didin ku astengiyên ku li pêşiya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê derketine çareser bikin.
Rêheval Ebûbekir Parêzgare  Silêmaniyê
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket