Serok Bafil: YNK hertim alîgirê çareserkirina pirsgirêkan bi yekcarî bûye
Kurdistan 01:45 PM - 2023-04-07
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Civîna Serokê YNK û serokê hevpeymaniya Ezm
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya serokê hevpeymaniya Ezm Musana Samerayî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û aborî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengiya navbera hêz û aliyên siyasî û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya welat kirin.
Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser hinartina petrolê mijareke dinê civînê bû û Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi giringiya rêkeftinê kir û got ku YNK hertim li gel çareserkirina pirsgirêkan û bidawîkirina nakokiyan bûye. Rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser pirsa hinartina petrolê bi rêya SOMO, gaveke girîng e ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya siyasî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya destûrê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

