Qubad Talebanî cejna Akîto pîroz kir

Kurdistan 12:43 PM - 2023-04-01
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Serpereştyarê mekteba sekirteriya Serok Mam Celal Talebanî, Qubad Talebanî bi boneya Cejna Akîto û sersala Babilî Aşûrî peyameke pîrozbahiyê arastey gelê Kildanî Aşûrî Siryanî kirû piştrast kirk u Kurdistan şanaziyê bi hebûna pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên neteweyî û olî de dike.

Ev naveroka peyama pîrozbahiyê ye:

Bi boneya hatina cejna Akîro û sersala Babiliya Aşûrî em pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelê Kildanî Aşûrî Siryanî yên li Kurdistan, Êraq û cîhanê dikin, hêvîdarin ku sala nûh tijî xêr û aştî û aramî be.
Kurdistan şanaziyê bi yekxistina pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur ên netewî û olî de dike û bi vê dîroka geş a pêkvejiyanê, di paşerojê de jî Kurdistan li ser vê rêyê berdewam dibe.
Di vê qonaxê de divê em kar ji bo xurtkirin û geşkirina çand û ruhê jiyana hevbeş di nav xwe de bikin û ber bi paşerojeke geştir gavan bavêjin.

Qubad Talebanî
Serpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket