Serok Bafil: Nabe partî biryarê li ser çarenivîsa pêkhatan bide
Kurdistan 03:55 PM - 2023-03-30
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî û Rayan Kaldanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Tevgera Babil Rayan Kaldanî kir.
Di hevdîtinê de biryarderê Desteya Karger Refat Ebdullah tekezî li ser berfirekirina hemahengî û pêşxistina peywendiyên di navbera aliyên siyasî û hemû netew û pêkhateyan de kir ji bo ku bigihin rêkeftineke niştimanî û ber bi aramiya welat ve biçin.
Çarenivîs û nûneratiya komînan di saziyên yasayî û destûrî de mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Bafil got: YNK bi tundî li dijî her hewlekê ye ku giyanê pêkvejiyanê bixe metirsiyê.’’
Her wiha got: “Hemû netew û civak li cem me rêzdar in û nabe ti aliyekî siyasî biryarê li ser çarenivîsa wan bide.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

