Serok Bafil Celal Talebanî û birêz El-Hekîm berdewamiya diyalog û têgihiştinê piştrast dikin
Kurdistan 11:11 AM - 2023-03-30
Mekteba Ragihandinê yê serok Bafil
Civîna serok Bafil ligel Amar El-Hekîm
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, ligel biryardayê Desteya
Kargêrî Rifat Ebdullah û Endamê Mekteba Siyasî li Bexdayê Xalid Şawanî, serdana
Rêzdar Seyîd Ammar El Hekîm Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Kurdistanê kirin.
Di vê
serdanê de Serok Bafil Celal Talebanî ji ber koça dawî ya birêz Sadiq El Hekîm
kurê Ayetullah Mihemed Baqir El Hekîm sersaxî û hevxemiya Yekîtiya Niştimanî
pêşkêşî birêz Ammar El Hekîm û malbata têkoşer kir û got: Têkiliyên dostanî di
navbera Serok Mam Celal û malbata Hekîm de bingehên kûr û dîrokî hene û em dê
berdewam bin û got: Em piştevanî û rola we ya hêja di qonaxên curbicur ên
têkoşîna ji bo gelê Kurdistanê û em bi rêzdarî li vê rolê dinêrin.
Her li vê
hevdîtinê de guftûgoya berfireh li ser kêşeyên di navbera Herêm û Êraqê de hate
kirin û tekez li ser berdewamiya gotûbêj û têgihîştina di navbera her du aliyan
de ji bo yekkirina armancên bilind û xizmetkirina zêdetir ji bo welatiyan û
piştevanîkirina bernameya çeksaziyê li welat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

