YNKê wê bi hemû hêzên xwe berevanî li Kerkûkiyên xweragir bike
Kurdistan 10:57 AM - 2023-03-28
PUKMEDIA
Li dijî destûra Êraq deng hat dayîn
Berpirsê dezgeha hilbijartinan a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di bareya derbaskirina sêyema yasaya hilbijartinan de di encûmena nûnerên Êraqê de, beyannameyek belav kir û tê de tekezî li ser ewê çendê kir, ku çend birgehên wê li dijî destûra Êraqê ne.
Daxuyanî wiha ye:
Di berîka metirsîdar de roj duşemê 27/3/2023 guherîna sêyem a yasaya hilbijartinan di encûmena nûnerên Êraqê de hat pesendkirin û tê de statûyeka taybetî ji parêzgeha Kerkûkê re bi ser parêzgehên din de hat pesendkirin û hinek birrgehên wê jî li dijî madeyên destûra Êraqê ne.
Derbaskirina vê yasayê di forma xwe ya niha de ji bilî bi eşkere binpêkirina madeyên destûra Êraqê di heman demê de komployeke li dijî Kurdan e li Kerkûkê ku armanc jê ew e ku hijmara herî zêde ya welatiyên Kurd li Kerkûkê ji mafê dengdanê bê beş dike.
Em dixwazin ji hemû aliyan re eşkere bikin ku ev guhertina yasayê bi temamî ne destûrî ye, li gorî xalên li jêr ê destûra bingehîn:
Madeya 14 a destûra herdemîya Êraqê dibêje: ́ ́ Hemû Êraqî li pêşîya yasa wek hev in, bê yasayiya regezî, jêderî û neteweyî û aborî û civakî be ́ ́, belê cudayîya Kerkûk ji parêzgehên din wê madeya destûrî binpê bike û bi aşkirayî jî binpê dike.
2- Madeya 16 a destûrê dibêje, "Prensîpa derfetên wekhev yek ji mafên Êraqiyan e û divê dewlet ji bo pêkanîna wê prensîpê berheviyên pêwîst bistîne." Ne veşartî ye ku yasa serjimartina sala 1957 an wek bingeha dengdanê pejiran kir, lê wê daxwaz kir ku dengder di nav sînorên îdarî yên niha yên Kerkûkê de bin, da ku dengderên Kerkûkê yên resen ji nişteciyên Çemçemal, Kellar, Kafrî û Xurmatû, navçeyên girêdayî Kerkûkê di sala 1957'an de rûbirûyê rîskên nebeşdarbûna hilbijartinan bibin.
Di madeya 20 a destûra herdemî ya Êraqê de weha hatiye dîyarkirin, ku ji mafê welatîyan û jin û mêran e, ku beşdariyê di kar û barên xwe de bikin û mafên siyasî jî ji mafê dengdanê, dengdanê û bijartinê jî werbigirin. Belê vê yasayê van mafan ji gelek welatîyên resen û akincîyên parêzgeha kerkûkê distîne û bê beş dike.
4- Binpêkirina madeya 140 a destûra herdemî ya Êraqê, binpêkirineka destûrî di qyasayê de, ji ber ku paragrafeka yasayê mafê dengdanê dide wan kesan ên ku kartên wan ên formên xwerakê berî sala 2003 li kerkûkê derkevtine. û mebest li vir erebên derbider e û hejmara wan ne hindik e, ji ber ku hejmara wan bi dilxwazî li cihên xwe digehe 28 hezar malbatî û 11 hezar ji wan berê jî li gor madeya 140 hatine qerebûkirin ku prensîpa pesendkirina serjimara 57 di pirosesa dengdanê ya naveroka wê de vala dike û mafê dengdanê dide mişextan Bi vî rengî xala 140 . a Destûra Bingehîn bêwate dimîne .
Ji ber vê yekê em ji welatiyên Kerkûkê re tekez dikin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê li ser armanc û prensîpên xwe yên hişk ber bi Kerkûkê û hemû deverên qutbûyî ve peywendîdar e û dê hemû rêyên destûrî, yasayî, siyasî û sivîlî bişopînin da ku berevaniyê li girseyên resen ên Kerkûkê bikin
Rizgar Hac Heme
Rêveberê Saziya Hilbijartinê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

