Amerîka nîgeran e li ser mafên mirovî yên Herêmê û pêşniyarên navdewletî binpê dike
Kurdistan 04:59 PM - 2023-03-24
PUKMEDIA
Parastina Mafên Mirovan
Binpêkirina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê zêde dibe di wê çarçoveyê de Wezareta Derve ya Amerîka di raporta xwe de dilgiraniya xwe ji rewşa wî welatî nîşan da û got: Rewşa rojnamegeran û azadiya derbirînê di asteke xerab de ye.
Pêştir Konsulê Giştî yê Amerîka Ervin Hicks hişyarî dabû Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê kêmbûna mafên mirovan û azadiya derbirînê li çend navçeyên Herêma Kurdistanê û ragihand ku Amerîka nîgerane li paşketina mafên mirovan li azadiya derbirînê li beşek Herêma Kurdistanê.
Divê pirsgirêk bên çareserkirin, neyên veşartin
Cîgira Serokê Lijneya Karûbarên Civakî û Mafê Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê Gulistan Seîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand; Eger raporek li ser binpêkirina mafên mirovan were weşandin, nayê wê wateyê ku divê were veşartin, divê were çareser kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê a sala 2022 belav kiribû de, di çend beşên raportê de behsa rewşa mafên mirovan a xerab li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ji wan rewşa xirab a zindanan, lêdan û îşkencekirina girtiyan kir digel sizenedana ew pêşîlêgirtin û tundetûjî encam dane li cem hikûmetê.
Hiqûq ji bo her kesî ne yeksane
Yasa li Herêma Kurdistanê ji bo her kesî ne yeksane, ji ber wê jî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên mirovan û pêkanîna yasayan bi awayekî yeksan li ser hemûyan be.
Cîgirê Serokê Lêjneya Karûbarên Civakî û Mafê Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê got: Qanûn ji bo her kesî yeksan derbas nabe û cihên binçavkirin û veguhestinê ne însanî û saxlem in.
“Amaje bi wê yekê jî kir ku Mafên mirovan nayên parastin, ji ber wê jî pêwîste hemû saziyên ku di warê parastina mafên mirovan de cih digirin, li gorî rêkeftinên navdewletî yên ku Iraqê îmze kiriye û Herêma Kurdistanê jî beşek ji Iraqê ye, pêwîste li ser parastina mafên mirovan pabend bin.
Desthilatdarên herêmê binpêkirina mafên mirovan berdewam kirin
Beriya niha Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan raporta xwe ya salane derbarê rewşa mafên mirovan û binpêkirinên azadiya derbirînê li seranserê cîhanê di sala 2022an de belav kiribû û gotibû: Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî ragihandina planeke nû ya 5 salan ji bo çareserkirina pirsgirêkên mafên mirovan li Herêma Kurdistanê, berdewam gefan li mafên bingehîn ên mirovan dixwin û alîgirên civaka sivîl dikin armanc.”
Derbarê raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê û binpêkirinên mafên mirovan li Herêma Kurdistanê, Serokê tîma parêzerên girtiyan li Badînan, Beşdar Hesen ji PUKMEDIA re ragihand, di raportê de 100% behsa rastiya nav Herêma Kurdistanê dike û binpêkirin her ku diçe zêde dibe. roj bi roj.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

