Fraksiyona YNKê li Bexdayê yekrêziya Kurdan dixwaze
Kurdistan 04:03 PM - 2023-03-23
PUKMEDIA
Civata nûnerên Êraqê
Fraksiyona YNKê li Bexdayê daxwaza yekrêziya Kurdistanê dike her wiha piştevaniya xalên proje yasaya bûdceya sala 2023 ya Êraqê li ser mafên gelê Kurd dike û daxwaz ji aliyên Kurdistanî li Bexdayê dike ku yekrêz bin.
Endamê Lijneya Aborî û Pîşesazî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Brîar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Eger proje yasaya bûdceyê bikeve rojevê, ji ber ku fraksiyona YNKê dengê xwe bide hemû xalên ku di berjewendiya gelê Kurd de ne, dê roja şemiya bê ya Encûmena Nûneran bicive û emê hewl bidin aliyên din jî razî bikin ku deng bidin.
“Pêwîste Fraksiyona YNKê hemû fraksyonên Kurdistanî li parlamentoya Êraqê bikin yek daku em karibin mafên gelê xwe bi dest bixin, bi taybet di proje yasaya bûdceyê de. Dr.Brîar Reşîd got.
Li gorî projeyasaya bûdceyê, kêmasiyeke mezin di pêşnûmeya bûdceyê de heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

