Serok Bafil: Meha Remezanê bibe xêr û xwesî bo Kurdistan
Kurdistan 07:09 PM - 2023-03-22
PUKMEDIA
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi helkefta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê ji bo misilmaman belav kir û got:’’ Hêvî dikim ku ev meh ji bo Kurdistanê bi xêr be’’.
Teksta peyamê;
Ez hatina meha Remezanê li hemû misilmanên cîhanê, Êraq û gelê kurd pîroz dikim.
Hêvîdarim meha pîroz a Remezanê bibe sedema bexteweriya Kurdistana me ya ezîz û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku duayên hemû kesî qebûl bike.
Hêvîdarim em bi hev re bi hizireke Kurdistanî û netewî ji bo aramiya Kurdistanê û jiyana hemwelatiyan kar bikin û pêşerojeke geş ava bikin.
Bafil Celal Talabanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

