YNK bûye beşek ji çareseriya pirsgirêkên Êraqê
Kurdistan 05:31 PM - 2023-03-22
PUKMEDIA
YNK bûye beşek ji çareseriya pirsgirêkên Êraqê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yekrêzî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî de sedema aramî û geşbûna Êraqê dibîne, ji ber wê jî hertim hewl daye navbeynkariya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê bike.
YNK ji destpêka damezrandina xwe ve bûye bingehê çareserkirina pirsgirêkan.Hewldanên xwe yên ji bo biratiya di navbera aliyên siyasî de zêdetir kirine û niha jî Serok Bafil û rêveberiya YNKê li ser heman rêyê berdewam in.
YNKê di avakirina kabîneya nû ya Êraqê de roleke bibandor list
Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rebîha Hemed ji PUKMEDYA re wiha got:“Serok Mam Celal siyasetvanê YNKê ye û hewl daye aştî û biratiyê di navbera aliyên siyasî de pêk bîne,ti carî nexwestiye bibe beşek ji pirsgirêkan. Serok Bafil û rêveberiya YNKê li ser heman rêyê berdewam in."
Rebîha Hemed got: YNKê di pêkanîna kabîneya nû ya Êraqê de bi serokatiya Mihemed Şîe Sûdanî roleke baş lîst, ji ber ku wek navbeynkar bû û beşdarî ti aliyekî nebû ku bû sedema avakirina hikûmeta niha ya Êraqê.
YNKê bandoreke erênî li ser rêbaza siyasî ya Êraqê kir
Siyaseta nerm a YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkan Êraqê faktoreke girîng bûye û ti carî nakokî dernexistiye, ji ber wê jî hertim diyalog wek çareserî nirxandiye û bi navbeynkariya xwe bandor li ser rêya siyasî ya Êraqê kiriye.
Kesayetiyê navdar ê siyasî yê Êraqê Mason Damelucî ji PUKMEDIA re got: YNK ji destpêka damezrandina xwe ve bûye faktora başiyê û komkirina aliyên siyasî yên Kurdistan û Êraqê û kariye bandorê li proseya siyasî ya welat bike.
"YNK bi serokatiya Serok Mam Celal beşeke girîng a çareseriya piraniya pirsgirêkên Êraqê bû û piştî Serok Mam Celal, rêveberiya niha ya wê partiyê di pêkanîna siyaseta nermbûnê de serkeftî bû û ti carî pirsgirêk dernexistiye." wî got.
Di destpêka avakirina hikûmeta nû ya Êraqê de, YNKê di komkirina nêrînan û lihevkirinekê de roleke bibandor list, lihevkirina aliyên siyasî yên Êraqê û yekrêziya partiyan û parastina mafên destûrî xala serkeftina hikûmeta Sûdanî dît.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

