Cejna Newrozê ya Silêmaniyê bi serkeftî derbas bû
Kurdistan 12:11 PM - 2023-03-21
PUKMEDIA
Jiyanek tendurist
Berdevka Platforma Silêmanî dibêje: Li Silêmaniyê bernameya Cejna Newrozê li gorî plansaziyê pêk hatiye û got: “Li gorî par zêdetir geştyar ji bo Newrozê hatine Silêmaniyê’’.
Berdevkê Platforma Silêmaniyê Hêjan Hêrîş ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Bernameya festîvala Newroza îsal a Silêmaniyê hat cîbicîkirin û serkeftî bû, ji bilî ku ji ber rewşa hewayê şahiya şevê li kolana Salim nehat lidarxistin.
Hêjan Hêrîş got: "Ji ber festîvala mezin a Newroza îsal li Silêmaniyê, li gorî par zêdetir geştyar hatin parêzgehê, di pêşerojê de emê amar û cudahiyên geştyaran li gorî sala borî pêşkêş bikin."
Her wiha got: “Tevî ku roja 17ê vê mehê çalakiyên festîvala Newrozê li Silêmaniyê dest pê kiribûn, lê ev yekem car bû ku di çarçoveya Cejna Newrozê de maratona navdewletî hat lidarxistin û xelatên taybet li ser serketiyan hatin dabeşkirin.”
Ji bo cara yekê di dîroka Silêmaniyê de, serokomar û serokê parlamentoya Êraqê agirê Newrozê vekirin û zêdetir ji 50 balyoz, konsul û dîplomat di Newroza îsal a parêzgeha Silêmaniyê de beşdar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

